Li gel sar û sermayê li ber deriyê sînor ê Sêmalkayê 63 roj in çalakî dewam dike. Çalakiyê di 5'ê Cotmehê de dest pê kiribû.
Çalakgerên 5'ê Kanûnê jî endamên Meclîsa Navçeya Çilaxayê bûn. Endamên Kongreya Îslamî ya Civaka Demokratîk û Buroya Têkiliyên bi Gel re ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê serdana çalakgeran kirin.
Girseya gel bi dirûşman hate pêşwazîkirin û ber bi sînor ve meşiya.
Endamê Buroyê Huseyîn Sadaa û endamê Kongreya Îslamî ya Civaka Demokratîk Şêx Elî Emîn bi navê çalakgeran bi Erebî û Kurdî daxuyanî dan çapemeniyê.
Şêx Elî Emîn got, "Hêviya me ji birayên me yên Kurd heye. Em ji wan dixwazin ku cenazeyên keç û xortên me radestî malbatên wan bikin. Ew şehîdên aştî û azadiyê ne. Ji bo em bi rehetî bijîn wan şev û roj, havîn û zivistan têkoşiyan. Armanca şehîdên me biratî û azadiya Kurdan û gelan bû."
Şêx Elî Emîn bang li PDK'ê kir û got, "Em hemû di heman keştiyê de ne. Mala me, nanê me yek e. Li hemberî êrişên ku niha li ser xaka we tê kirin, eger ji destê me bê em ê bi canê xwe li ber êrişan rabin. Destê xwe dirêjî xwişk û birayên xwe bikin, em bibin yek. Eger em bibin yek kes nikare me Kurdan têk bibe. Pişta xwe nespêre dewleta Tirk û Erdogan. Erdogan dijmineke ku bi xwe gotibû, eger konekî Kurdan jî hebe wê tune bike. Şerê Erdogan ne tenê li dijî me ye, şerê Erdogan li dijî her kesên Kurd û bi Kurdî diaxive."
Şêx Elî Emîn xwest cenaze radestî wan bê kirin û got, "Em bang li we birayên xwe dikin. Cenazeyên me radestî me bikin, dengê dayik û bavên ku kezeba wan şewitiye bibihîzin. Em dixwazin şehîdên xwe li vê xaka pîroz veşêrin."
Heyetê piştî daxuyaniyê serdana konê çalakiyê kir.