Ji rêxistina Nûdem û Zanîngeha Kobanê perwerdeyeke bi wate

Rêxistina Nûdem bi piştgiriya Zanîngeha Kobanê ji bo zarokên astengdar perwerde da destpêkirin.

Di 13'ê Mijdarê de ji bo 30 zarokên astengdar li parka Ronîwar dewreyek ji aliyê Rêxistina Nûdem ve hate destpêkirin ku wê 40 rojand ewam bike û li ser mijarên muzîk, wêne, werzîş, xwendin û nivîsandinê perwerde bê dayin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Mihemed Berho diyar kir, ku armanca wan ji vê hewldanê ew e ku zarokên astengdar gavên mezin ber bi pêş ve biavêjin û got, "Zanîngeha Kobanê bi alîkariya Rêxistina Nûdem û Baxçeya Zarokan a Hêvî, ji zarokên astengdar re perwerde da destpêkirin. Em dixwazin zarokên astengdar gavên mezin ber bi pêş ve biavêjin."

Berho anî ziman ku bi vê dewreyê re gelek zarokên nikarîbûn biaxivin dest bi axaftinê kirin û got, "Gelek zarok niha dikarin biaxivin, rabin, stranan bibêjin, wêneyan xêz bikin û werzîşê bikin. Ji xwe mamosteyên perwerdeyê jî ji aliyê van mijaran ve pispor in."

Berho destnîşan kir ku ji bo zarokên astengdar li nava civakê bibin xwedî cihekî hîn mezin û hêviyên xwe yên ji bo paşerojê xurt bikin, ew ê hewldanên xwe yên di vê mijarê de dewam bikin.

Hevseroka Fakulteya Perwerdeyê û Mamosteya Beşa Erdîngarî ya Zanîngeha Kobanê Xezna Birahîm jî diyar kir ku di perwerdeyê de destpêkê ew bi fikar bûn ku hêjayî zarokan bin an na û got, "Ew zarok di nava civakê de bi nêrîna ku nikarin tiştekî bikin, tên tawanbarkirin. Lê di vê dewreyê de gelek zarok bi pêş ketin."

Xezna Birahîm jî destnîşan kir ku ji ailyê ziman, dest û lingan ve gelek zarok nikarîbûn tevbigeriyan û got, "Lê piştî vê perwerdeyê, zarok ber bi pêşketinê ve gavan davêjin. Armanca me ew e ku em bikaribin bi hemû aliyan bi zarokan re bibin alîkar. Em ji civakê re diyar bikin ku ew jî di nava civakê de gavên pêşketî bavêjin û dikarin bavêjin jî."

Mamoste Neda Elî jî anî ziman ku weke rêxistina Nûdem wan ji bo 30 kesên astengdar perwerde lidar xistin û got, "Ew fikir jî ji aliyê mamosteya Pedagojiyê ya Kurd ve ji bo zarokên astengdar hat pejirandin. Armanca me ew e ku di nava van zarokan de çawa pêşketin pêk were. Di vê dewreyê de jî gelek pêşketin di wan de çê bûye."