Ji QSD’ê têkildarî êrîşa Rûsyayê daxuyanî
Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lilwa Ebdullah, bomberdûmana hêzên Rûsyay bi tundî şermezar kir û diyar kir ku di encama vê bomberdûmanê de şervanek şehîd bûye û 2 şervan jî birîndar bûye.
Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lilwa Ebdullah, bomberdûmana hêzên Rûsyay bi tundî şermezar kir û diyar kir ku di encama vê bomberdûmanê de şervanek şehîd bûye û 2 şervan jî birîndar bûye.
Balefirên Rûsyayê îro nuqteyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên li devera Konîko ya berhema gazê li bakurê rojhilatê Dêra Zorê bombebaran kirin. Li ser vê yekê Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarê Dêra Zorê Lîlwa Ebdullah daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ev êrîşa Rûsyayê tenê dikeve xizmeta terorê û xebatên wan li dijî terorê asteng dike.
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah di daxuyaniya xwe de balkişand ser van xisûsan:
“Di dema ku hêzên me, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê di şerê li dijî komikên rêxistina terorîst de di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Cizîrê û rojhilatê Feratê ji destên çeteyan, bi gavên mezin pêşve diçin, hêzên Rûsyayê ev cara duyemîn e destdirêjiyê li eniyên pêşîn ên hêzên me êrîşan pêk tîne. Hêzên Rûsyayê di vê êrîşa dawî de jî cihên şervanên me yên li devera Konîko ya gazaê li bakurê rojhilatê Dêra Zorê kirin hedef û bombe kirin. Rûsya bi vê helwesta xwe hemû daxwaz û hêviyên gelê me ya ji bo rizgarkirina ji terorê binpê dike.”
Lîlwa Ebdullah di berdewama axaftina xwe de got ku balefirên şer ên Rûsyayê ji bo berjewendiya rêjîmê tevdigerin û di encamê de ziyan bi hêzên me dike, nemaze di vê êrîşa Rûsyayê ya dawî de jî şervanekî me şehîd ket û du şervanên din jî birîndar bûn. Her wiha ziyanên madî jî bi binesaziya navenda gazê bûye.”
Ebdullah, destnîşan kir ku hêzên wan çalakiyên xwe yên leşker bi kordîneya bi hêzên Koalîsyona Navnetewî re pêk tînin û wan ti carî êrîşî hêzên din nekirine da ku karibin bi hêz din re di heman xendekê de şerê terorê bikin û komikên terorîstan tune bikin. Ebdullah bi gotinên hişk û destdirêjiya Rûsyayê şermezar kir û wiha domand: “Ev êrîşa Rûsya ya li dijî hêzên me tenê dikeve xizmeta çeteyan û xebatên me yên li dijî van komikên terorîstan asteng dike.”Ebdullah bibîr xist ku mafê wan e parastina xwe bikin û hêzên wan li hemberî van êrîş û destdirêjiyan ti carî bêdeng namînin.
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah, bang li Rûsyayê kir ku li helwesta xwe vegere bi rola xwe weke tê xwestin rabe û dest ji van helwestên xwe yên li dijî daxwaza gelan berde, nemaze hêzên van gelên herêmê bi berxwedaniyeke mezin li dijî terorê li ber xwe didin.