Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniya li ser tecrîdê

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê ragihand ku fikarên wan ên li ser rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûne û xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê fikarên xwe yên têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê parve kir.

Di daxuyaniyê de erdhejên vê dawiyê yên li herêmê diqewimin hatin bibîrxfistin û hate ragihandin ku li gel tecrîdê rûdana erdhejê fikarên wan ên li ser tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde kirine.

Di daxuyaniyê de pêkanînên kêfî yên hikumeta AKP-MHP'ê bi tundî hatin şermezarkirin û nerazîbûn ji bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re hate nîşandan.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn-Şehbayê bang li sazî û hêzên navneteweyî yên pêwendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku tecrîd bi dawî bibe.

Her wiha ji gelên cîhanê yên aştîxwaz û alîgirên azadiyê jî hate xwestin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bidin hev û têbikoşin.