Ji Efrînê peyama ‘Em rê nadin dagirkeriyê’
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk deh hezar welatiyên Efrînê, peyamên berxwedanê dan.
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk deh hezar welatiyên Efrînê, peyamên berxwedanê dan.
Li Kantona Efrînê deh hezar kes daketin kolanan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan, li dijî hêzên dagirker yekîtiya xwe îlan kirin.
Hezaran kesên ku li pêşiya avahiya Heyva Sor a Kurdistanê kom bûn, piştî li ser rêya giştî meşiyan û şûnde li Standa 19’ê Tîrmehê kombûn.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî endamê Komîteya Rêveberiya PYD’ê Emîne Osê axaftinek kir.
Endamê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Şerîf Cemo jî axivî û got: “Em weke Kurd û Ereb li dijî nîjatperestiyê têkoşînê dikin. Em ji çekên wan natirsin, ji ber ku vîna me ji çekên wan bi hêztire.”
Ji Fermandarên YPJ’ ê Fîdan Efrîn a ku destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze dest dane ser tevaiya xaka Sûriyeyê û got: “Enceq bi berxwedana û xwîna şehîdên xwe em dikarin vê plana wan vala derbixin. Gel îro dîsa diyar kir ku bi vîna xwe di têkoşînê de bi israr e. Em wek YPG û YPJ’ê bi ti awayî gav şûnde navêjin.”
Herî dawî jî Endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Botan Endomind jî axivî û wiha got: “Îro ji bo gelê herêmê rojekî dîrokî ye. Ji ber ku vî gelî planên dewleta Tirk a mêtînger vala derxist.”
Piştî axaftinan meş bi dirûşman ve bidawî bû.