Ji damezrînerên El Nusrayê El Kahtanî hate kuştin

Hate ragihandin ku yek ji damezrînerên El Nusraya girêdayî El Kaîdeyê Ebû Marîa El Kahtanî li Îdlibê di encama êrîşekê de hatiye kuştin.

Endamên Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku herêma îdlibê di bin kontrola wan de ye, ji kuştina El Kahtanîyî çeteyên DAÎŞ'ê berpirsiyar girtin.

Hate ragihandin ku El Kahtanî li Sarmadaya bakurê Îdlibê di êrîşeke xwekujiyê ya endamekî DAÎŞ’ê de hatiye kuştin.

Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ev êrîş teyîd kir lê belê heta niha tu aliyan têkildarî bûyerê daxuyaniyek nedaye û berpirsiyarî negirtiye ser xwe. Li gorî SOHR’ê di teqînê de 2 kesên ku li gel  El Kahtanî jî bi giranî birîndar bûne.

El Kahtanî piştî ku 7 mahan bi sûcê ’îxanetê’ li girtîgehê hate girtin, di 7'ê Adarê de ji aliyê HTŞ'ê ve hatibû berdan. 

El Kahtanî ku navê wî Maysar Alî Mûsa Abdullah Cubûrî ye di sala 1976’an de li Iraqê ji dayik bûye û yek ji damezrînerên El Nusrayê bû.  Ji sala 2012’an heya niha di lîsteya DYE’yê ya kesên ku hatine cezakirin de bû.

Her wiha ji sala 2014’an heya niha di lîsteya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya kesên ku hatine cezakirin de bû.  Li gorî Konseya Ewlekariyê El Kahtanî  di sala 2011'an de ji Mûsilê  derbasî Sûriyeyê bûye û li wir îdeolojiya El Kaîdeyê belav kiriye.