Ji çiyayên azad ber bi çapemeniya azad ve: Çîroka Denîzê

Denîz Firat ku ji bo çarenûsa welatê xwe biguherîne rahişt çek û kamerayê, bû 5 sal ku ji nav me veqetiya ye.

Rojnamevan Denîz Firat (Leyla Yildiztan) beriya pênc salan dema ku çeteyên DAÎŞ'ê di 8'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Mexmûrê kirin jiyana xwe ji dest da.

Denîz Firat sala 1984'an li gundê Hecîxatûn ê navçeya Ebex a Wanê ji dayik bû. Jiyana wê ya li çiya mîna çarenûsa welatê wê bû. Lê belê Denîz Firat ku ji bo çarenûsa welatê xwe biguherîne rahişt çek û kamerayê, bû 5 sal ku ji nav me veqetiya ye.

JI BAKUR BER BI ROJHILAT Û BAŞÛR VE

Hîn dema 6 salî bû dayika wê jiyana xwe ji dest da, bavê wê bi hinceta "alîkariya ji bo rêxistinê" hate girtin û piştî hate berdan ketin ser rêya koçberiyê. Rawestgeha Denîz destpêkê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Denîz ku xwişkeke xwe ya mezin û du birayên xwe li girtîgehê li pişt xwe hişt tevî bav û sê xwişkên xwe demekê li Rojhilatê Kurdistanê ma û piştre çû çiyayên Başûrê Kurdistanê.

Dema ku koçber bû hîn 6 salî bû. Di sala 1997'an de xwişka wê ya mezin Binefş li Zapê di şer de jiyana xwe ji dest da. Piştî 2 salan di 8'ê Tebaxa 1999'an de vê carê xwişka wê Sarya li Metîna di şer de jiyana xwe ji dest da.

KAMERAYA WÊ TIMÎ DI DESTÊ WÊ DE BÛ

Xwişkeke din a Denîz di wê demê de navê Binevş Sarya li xwe kir û tevlî nava têkoşînê bû. Denîz di nava têkoşînê de hînî xwendin û nivîsandinê bû. Ji aliyekî ve gerîlatî kir, li aliyê din jî ji bo gerîla ji dinyayê re ragihîne heta kêliya dawî kameraya xwe bi kar anî.

Xwişka wê û hevrêya wê Binevş Sarya ji ANF'ê re qala çîroka Denîz kir: "Eger ne xwişka wê bûma, ne hevrêya wê bûma wê gelekî zehmetbûya ku qala Denîz bikim."

Binevş Sarya destnîşan dike ku taybetmendiya herî mezin a Denîz hezkirina ji mirov û xwezayê bû.

JIYANA LI ÇIYÊ

Anî ziman ku Denîz Firat gelekî hez ji avê dikir, lewma dema tevlî têkoşînê bû navê xwe kir "Denîz Derya" û piştre navê "Denîz Firat" li xwe kir. Binevş Sarya got, "Dema ku em hatin çiyê em gelekî biçûk bûn. Em li gel hevalan mezin bûn. Ya rast wan em mezin kir."

Binevş Sarya diyar kir, Denîz gelekî hez ji gerîla dikir, dixwest wêneyê her kêliya gerîla werbigire û got, "Ji bo vê jî di sala 2007'an de tevlî karê çapemeniyê bû. Li Xakurkê û Xinêrê karên çapemeniyê kir. Carna ji bo çîroka gerîla binivîsîne bi saetan dimeşiya."

EVÎNDARA GERÎLA BÛ

"Denîz di sohbetê de digot, ji bo wêneyê kenê gerîla bikişînim bi saetan dimeşim. Gelekî hez ji gerîla dikir. Dixwest her kêliya gerîla qeyd bike. Ji wêneyên gerîla dixwest pêşangehekê amade bike. Xeyala wê ya herî mezin ev bû..."

"Denîz hem gerîla bû, hem jî rojnamevan. Karê xwe bi eşqeke mezin dikir. Rojekê di kar de kameraya wê kete xwarê û şikest. Denîz der barê wê de jî nivîsek nivîsî. Digot, 'Ez gelekî li ber ketim ku kameraya min şikest, ji ber ku min bi wê wêneyên gerîla dikişand'."

BÛ DENGÊ TÊKOŞÎNA GEL

Binevş Sarya anî ziman ku Denîz li çiyê ji bo "Tanriça Zîlan" û "Radyoya Dengê Welat" dixebitî û piştre derbasî Mexmûrê bû û dest bi weşandina rojnameya Rojeva Welat kir.

Binevş Sarya destnîşan kir, Denîz hewl dida têkoşîna gelê xwe ji dinyayê re ragihîne û got, "Denîz di şopa rastiyê de bû. Ew ti carî nebû tenê rojnamevanek. Ew bû parêzvan û dengê têkoşîna gelê xwe."

Mîrateya çapemeniya azad ku Denîz ji Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz û Halîl Dag wergirt, niha ji aliyê xwişka wê Binevş Sarya û Bêrîtan Medûsa ve tê domandin.