Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer êrişa DAÎŞ'iyan a li ser Girtîgeha Sînaayê û ya ku ji niha û pê ve divê bê kirin, ji ANF'ê re axivî.
Têkildarî armanca ji êrişa li ser Hesekê Omer got, "Ev yek parçeyek ji planeke piralî û berfireh bû. Bi taybetî dewleta Tirk û gelek derdor bi rengekî çalak cih tê de girtin; ji plansaziya lojîstîkî heta bi dayina îstîxbaratê. Armanc jê ew bû ku DAÎŞ'ê ji nû ve bixe nava liv û tevgerê û sîstema Rêveberiya Xweser karîger bike. Pêşî li vê planê hate girtin, hate astengkirin."
Abdulkerîm Omer bi dewamî got, "Me herêmên ku ji aliyê DAÎŞ'e ve hatibûn dagirkirin, rizgar kir. Ji aliyê leşkerî ve me DAÎŞ têk bir, lê belê me negot ku DAÎŞ qediya ye. DAÎŞ neqediya. Li Kampa Holê bi hezaran DAÎŞ'î û malbatên wan hene, her wiha bi hezaran DAÎŞ'î girtî ne. Rastiyeke bi vî rengî jî heye; li Sûriye, Iraq û herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin DAÎş xwe komî ser hev dike, ji aliyê cografîk ve jî serweriyeke xwe heye. Ev hêz ber bi herêmên me ve têne şandin. Hêzên navneteweyî bi erk û berpirsyariya xwe ranabin, mîna ku berpirsyarî hemû li ser milê me hatiye hiştin. Potansiyel heye ku pirsgirêkên bi vî rengî timî rû bidin.
Xusûsa duyemîn jî wiha ye; Deriyê Sînor ê Til Koçer girtî ye û alîkarî ji vê derê nayê. Xizanî û ambargo zemîna îdeolojîk a DAÎŞ'ê xurt dike. Herêm divê ji aliyê aborî ve bê pêşvebirin, zemîna ku DAÎŞ xwe jê xwedî dike ji holê bê rakirin. Heta ku ev neyê kirin, encameke cidî jê nayê, DAÎŞ wê hebe.
Xusûsa sêyemîn jî êrişkarî û gefên dewleta Tirk e. Êrişên hewayî, sûîqest, topbarana ji herêmên dagirkirî, gefên dagirkirinê bandorê li aramiya siyasî, aborî û leşkerî ya herêma me dikin. Ev bêaramî jî zemînê dide DAÎŞ'ê."
Li ser nêzîkatiya hêzên navneteweyî ya li pêvajoya darizandina DAÎŞ'iyan Abdulkerîm Omer wiha axivî, "Piştî Baxozê bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku em dest bi darizandina DAÎŞ'iyan bikin. Me got, 'Sûc li vir hatiye kirin, cihê sûc ev der e, lewma li vir zemînek heye ku dikare şahidiyê bike û belgeyan pêşkêş bike, pêvajoya darizandinê ya navneteweyî em li vir bidin destpêkirin'. Xwe nedan ber vê yekê. Di vê mijarê de piştgirî nedan û karekî cidî nehate kirin. Ji bo welatiyên xwe werbigirin me bang kir. Di vê mijarê de jî bi xemsarî tevgeriyan.
Tevî vê yekê bi hezaran DAÎŞ'î li Girtîgeha Sînaayê ne, ku ev der normal dibistanek bû. Hiştina bi hezaran DAÎŞ'iyan li dibistanekê, yan jî kontrolkirina wê derê ne karekî hêsan e. Li Kampa Holê bi hezaran mirov hene, kesî berpirsyariya şert û mercên jiyanê yên li vê derê nedan ser xwe. Di rewşeke wiha de hem girtîgeh hem jî kamp veguherî navendeke jinûve hilberîna DAÎŞ'ê. Bi taybetî zarokên biçûk ên li kampan di perwerdeya DAÎŞ'ê de derbas dibin. Dema ku mirov şert û mercên nebaş ên tê de ne bînin ber çavên xwe tê fêhmkirin ku ev zarok bi kîn û hêrseke mezin mezin dibin, dikarin piştre bibin milîtanên DAÎŞ'ê.
Em bi rengekî eşkere dibêjin, sedema bingehîn a çaresernekirina pirsgirêkên bi vî rengî hêzên neteweyî ye ku berpirsyariyên xwe bi cih nînin.
Me di hemû civîn, hevdîtin û daxuyaniyan de gelek caran ev yek anîn ziman. Ji bo bidawîkirina vê dosya DAAÎŞ'ê divê her kes wezîfeyên xwe pêk bînin."
Ji bo bidawîkirina pirsgirêkên bi vî rengî Abdulkerîm Omer destnîşan kir ku divê piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAÎŞ'ê, gef û êrişên wan bên bidawîkirin û got, "Ji aliyê aborî û siyasî ve divê piştgirî ji herêmê re bê dayin. Bİ taybetî deriyên sînor ji nû ve bêne vekirin. Tevî van hemûyan, heta ku li Sûriyeyê aramiyeke giştî pêk neyê koka DAÎŞ'ê nikare ji holê bê rakirin. Ji bo li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk pêk were divê hêzên navneteweyî û her kes bi erka xwe rabin. Tenê Sûriyeyeke aram dikare zemîna DAÎŞ'ê ji holê rake. Eger Sûriye xwe di nava sîstemeke demokratîk a nenavendî de bi rêxistin bike, hingî em ê karibin bi demdirêjî pêşî li prisgirêka DAÎŞ'ê bigirin. Çareserî bi rengekî din nabe."