Ji bo şehîdên Til Rifatê meşek hate lidarxistin

Di roja 40’î ya qetlîama Til Rifatê de li Şehbayê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker roja 2’ê Kanûna 2019’an de li Til Rifatê bombe li sivîlan barandibû û bi dehan sivîl şehîd bûbûn. Di çil rojiya qetlîamê de cangoriyên qetlîamê hatin bibîranîn.

Meş li navçeya Fafîn ya Şehbayê hate lidarxistin. Di meşê de çiqlê zeytûn û wêneyên şehîdan hate hildan.

Gel bi pankarta “Bi qetlîaman hûn nikarin xeyalên me yên pêşerojê hilweşînin” ji navenda navçeya Fafînê meşiyan. Gel ber bi Goristana Şehbayê ve ketin rê û bi dirûşmeyan Berxwedana Serdemê ya li Efrînê silav kirin. Li goristanê daxuyaniyek hate dayîn

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di qetlîama Til Rifatê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatî kirin de 8 zarokên sivîl mirin. Dîktatorê hov yê sedsalê Erdogan xwîna zarokên Şengal, Roboskî, Nisêbîn, Efrîn û Serêkaniyê vexwar. Herî dawî êrîşî zarokên Til Rifatê kir. Em bang li saziyên mafê mirov û demokrasiyê bi taybet UNICEF’ê dikin ku bi erka xwe rabin. Li dijî dewleta Tirk a faşîst peywîra xwe pêk bînin. Bila dawî li mirina zarokan were. Dagirkerî bi dawî bibe.”

Piştre qûrnefîl li ser gorên zarokan hate danîn û merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.