Ji bo şehîd Bager Kurdistan torena bîranînê hat lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo gerîlayê HPG’ê Bager Kurdistan (Nûredîn Sîno) ê di 14’ê Hezîranê de li herêma Avaşînê şehîd bibû, li gundê Colî yê Amûdê çalakiya bîranînê li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Bager Kurdistan (Nûredîn Sîno) ku di 14ˊê Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, merasîma xiyabî li gundê Colî yê Amûdê li dar xist.

Di merasîmê de xelkê Amûdê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ziyor Elî axivî û îşaret bi dîroka Kurdan û zehmetiyên wê kir û got: "Em soz didin şehîdan ku li ser şopa wan bimeşin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên hêzên leşkerî Berxwedana Bêco bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: "Em soz didin şehîdan li ser rêya wan bimeşin."

Endama rêveber a Kongra Star Nûra Hisên jî got: "Divê ji bo avakirina welatekî demokratîk û azad em têkoşînê bilind bikin."

Her wiha endamê rêveber ê Melcisa Bajarokê Sinciq Sadûn, Mihemed Silêman axivî û got bajarokê Sinciq Sadûn cihê şehîdan e û got bi navê şehîd Bager Kurdistan parkek hatiye vekirin.

Apê şehîd Bager Kurdistan, Îbrahîm Sîno li ser navê malbatê li ser jiyana şehîd Bager axivî û got: "Dê şehîd Bager di dilê me de be û em ê li ser şopa wî bin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê kirin.