Ji bo gelê Girê Spî li Til Semenê kamp hate danîn

Ji bo gelê Girê Spî ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ji bêgavî koç kirî li Til Semenê kamp hate danîn. Rêveberiya Kampê xwest ku saziyên alîkariyê alîkarê wan bin.

Yek ji rêvebera Kampê Fedê Şerîf Xelîl diyar kir ji ber êrîşên Tirk şêniyên Girê Spî koç kirine û ji bo ew wan dîsa li hev ragirin û lêzimiyên wan bi cih bînin wan kamp danîne.

BI SED HEZARAN MIROV TERQIYAN

Ji ber êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk û dûvelingên wan çeteyên mîna OSO, El Nûsra û DAÎŞ'ê ji bêgavî ji Serêkaniyê û Girê Spî û Silûkê bi sed hezaran mirov bêcihûwar man û bi Reqa, Tebqa û bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê de terqiyan. Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo ku gel bikaribe lê bistre li herêma Til Semerê ya Reqayê kamp danîn. Penaber li kampê bi cih dibin.

XELÎL: RÊVEBERIYA XWESER LÊZIMIYAN BI CIH TÎNE

Fedê Şerîf ku yek ji Rêvebera Kampa Girê Spî ye got heta niha ti saziyeke alîkariyê alîkarî bi wan re nekiriye, hemû lêzimî Rêveberiya Xweser bi cih tîne. Şerîf got ji ber êrîşên dagirkeriya qirker a Tirk bi sed hezaran mirov ji şûnwarên xwe bûne û got, ''Em ji bo ku bikaribin dîsa gelê xwe li hev ragirin û lêzimiyên wan bi cih bînin me ev kamp danî. Heta  vê gavê me 100 kon daniye. Li ser qada ku me hazir kiriye em dikarin 1000 konî deynin. Heke hewceyî pê çêbibe û gelê me bixwaze em dikarin vê zêdetir bikin. Heta niha hemû lêzimiyên kampê Rêveberiya Xweser bi cih tîne. Ti saziyeke alîkariyê ti alîkarî bi me re nekiriye.''

'EM JI HEMÛ SAZIYÊN MIROVÎ DESTEKÊ DIXWAZIN'

Xelîl got kamp ne tenê ji bo gelê Girê Spî ye, çi kesê ku ji ber êrîşên Tirk koçber bûye dikare were kampê û got, ''Herî zêde mijara lêzimiyên mirovî zorê li me dike. Lêzimiyên mîna av, elektrîk û yên rojane. Ji ber ku zivistan hatiye û şert giran in. Havîn bûya dîsa me dikarîbû îdare bikira lê di vê demsalê de zehmetî hene. Divê em hemû lêzimiyên wan bi cih bînin. Helbet rewşa me jî diyar e, li aliyekî şer heye. Derfetên Rêveberiya Xweser kêm in. Ji ber vê em nikarin hemû lêzimiyan bi cih bînin. Li kampê niha 100 malbat hene û 200 kesî serî lê daye. Ev her roj zêdetir dibe. Daxwaza me ji saziyên mirovî ew e ku alîkarê vî gelî bin.''