Ji bo Efrîniyan li Şehbayê kamp tê çêkirin
Ji bo Efrîniyên ku ji ber sedema komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ku Efrînê terk bikin, li herêma Şehba amadekariyên kampê tê kirin.
Ji bo Efrîniyên ku ji ber sedema komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ku Efrînê terk bikin, li herêma Şehba amadekariyên kampê tê kirin.
Komîteya Şaredariyan a Kantona Şehbayê bi hevkariya rêveberiya Kantona Efrînê, ji bo pêşwazîkirina sivîlên Efrînê yên ku ji berê kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe spartine Şehbayê, amadekariyên vekirina kampekê bi firehiya 12,5 donim tê kirin.
Li gorî rayedarên kampê, wê li kampê 300 kon werin bicihkirin.