Ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê li herêma Firatê 15 kon hatin vedan
Ji bo alîkarî ji mexdûrê erdhejê re li herêma Firatê 15 konên alîkariyê hatin vedan.
Ji bo alîkarî ji mexdûrê erdhejê re li herêma Firatê 15 konên alîkariyê hatin vedan.
Bi erdheja 6'ê Sibata 2023'an re ku li navçeya Bazarcix a Mereşê rû da û bandor li Bakurê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir, bû sedema mexdûriyeteke mezin.
Ji bo alîkarî bi mexdûran re bê kirin, Rêveberiya Xweser a herêma Firatê konên alîkariyê danî.
Li kobanê, navçe û gundewarên wê bi qasî 15 kon bi vê armancê hatin danîn. Alîkariya ku tê komkirin wê ji mexdûrên erdhejê yên li Helebê û Bakurê Kurdistanê re bêne şandin.