Ji bo Şehîd Şêro Firat merasîmeke bi heybet hat lidarxistin

Li Kobanê cenazeyê Şervanê YPG’ê Şêro Firat ku dema li ser erkê xwe bû şehîd bibû li Şehbayê bi merasîmeke bi heybet hat veşatin.

Bi hezaran şêniyên Efrînê ji bo wergirtina cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ebdulrehman Exres (Şêro Firat) ku di roja 12'ê Kanûna2021'an de li Kobanê şehîd bûbû, li ber nexweşxaneya Avrîn ya navçeya Fafînê kom bûn.

Şêniyan piştî wergirtina cenazeyê şehîd, bi sedan erebeyan ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehraz a kantona Şehbayê ve bi rê ketin.

Li goristanê, girseya gel cenazeyê şehîd hilgirtin ser milên xwe û dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedana gelê Efrînê berz kirin.       

Piştre rêveberekî Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko sersaxî ji malbata şehîd Şêro Firat û hemû şêniyên kantona Efrînê re xwest û bal kişand ser serkeftina mezin a QSD'ê li dijî êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgeha Sînaa got: “Êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ji aliyê gelek aliyan ve hatibû plankirin, wekî Tirkiye ku hewl dide DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike da ku plana xwe ya dagirkeriyê bidomîne.”

Hesen Birko wiha dom kir: “QSD û şêniyên Hesekê îsbat kirin ku serkeftina 7 salan beriya niha li Kobanê bi dest xistine, berhema îrade û berxwedanê ne û tişta ku di girtîgehê de qewimî berdewamiya rihê berxwedanê ye.”

Birko di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku berxwedana şêniyên Efrînê ya li kamp û xaniyên nîv wêrankirî, misogerkirina vegera wan a Efrînê û rizgarkirina wê ji dagirkeriya Tirk e.

Endama Meclisa Kantona Şehba, Emanî Şêxo got, tevî dorpêçkirin û hemû êrişan, bi fedekariya şehîdan û têkoşîna gelê di mal û kampên nîv wêrankirî de, wê Efrîn rizgar bibe û gel vegere ser axa xwe.

Di dawiya merasîmê de endama Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratîk, Orîvan Ebdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatên şehîdan kir.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan û tilîliyên dayikan hate veşartin.