Ji bo 4 şervanên enternasyonalîs li Rojava merasîm

Ji bo cenazeyên şervanên enternasyonalîs tên di Pêngava Reqayê de şehîd bûne bişînin welatên wan, bi merasîmekê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin rêkirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Dêrikê, Girkê Legê, gundên Koçeratan û Baravê ji bo oxirkirina şervanên enternasyonalîst Difid Taylur (Zafer Qereçox), Nikulas Wardin (rodî), Rubirt Ghrwdyt (Demhad Xoldeman) û Luk Rutir (Soro Zinar) berê xwe dan nexweşxaneya Dêrikê.

Cenazeyên her 4 şervanên enternasyonalîst ji aliyê welatiyan ve hat rakirin û bi karwanekî ji sedan wesayetan pêk dihat, ber bi deriyê Sêmlka ve ketin rê.

Piştî ku karwanê merasîmê gihîşte deriyê Sêmalka merasîmê destpê kir. Piştî ku şervanên YPJ/YPG`ê merasîma leşkerî lidarxistin fermandarê enternasyonalîst Cesûr Herekol destbi axaftinê kir. Di destpêka gotina Herekol de hat ziman ku hevalên di ber azadiya gelan de şehîd dibin û ew bi şehîdên xwe Soro, Demhat, Rodî û Zafer serbilind in û got:ʺ Em li hemberî dagirkeran, piştgiriya gelên mezlûm dikinʺ.

Herekol di dewama gotinê xwe de ev tişt anî ziman:ʺ Em weke ciwanên enternasyonalîst, ji bo em li hemberî terorê şer bikin, me berê xwe da Rojava û em ê bi vê yekê di rêya hevalên xwe yên şehîd de biçin.ʺ

Herekol di dawiya gotinên xwe de berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di berdewamiya merasîmê de Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Fatma Tahir axivî û ev tişt got:ʺ Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Her 4 şervanan şehîdên mirovahiyê ne, ew ji bo mafên mirovahiyê û gelên bindest tevlî şoreşa Rojava bûn û canê xwe feda kirinʺ.

Piştî ku merasîm bi dawî bû canazeya her 4 şervanên enternasyonalîst bi berzkirina dirûşmeya `Şehîd Namirin` ve derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin.