Ji bo 3 şehîdan merasîmek hate kirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê, 3 şervanên şehîd bûne bi merasîmekê bibîr anî.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê merasîma her sê şehîdan, Sosin Mihemed (Sosin Bîrhat), Sîham Şêx Qenber (Rojda Cûdî) û endamê Hêzên Ewlekariya Hudnirîn Mistefa Ehmed li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê lidar xist.

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên kantonê tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de endamê TEV-DEM`ê ya kantona Efrînê Avdar Elo peyama sersaxiyê ya bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xwend.

QSD`ê di peyama xwe de got:

“Em piştrast dikin ku em ê rêya şehîdan bişopînin ku giyanên xwe kirin pirek da ku gel derbasî jiyana azad bibe. Em soz didin ku armancên wan ên avakirina civakeke azad pêk bînin.

Şehîd Sosin ji biçûkahiya xwe ve ji Tevgera Azadiya Kurdistanê hez dikir. Di hembêza malbateke welatparêz de mezin bû û ji sala 1996`an ve dest bi karê xwe kir. Piştre di perwerdeyên leşkerî û siyasî re derbas bû. Fikrên xwe di warê azadiya jinan de kûrtir kir û di vê dozê de bûbû pêşeng. Lewre bi israr bû ku tev li hemû çalakî û operasyonan bibe û wek fermandar heta kêliya dawiyê erka xwe anî cih.”

Di merasîmê de qeyda deng a şehîd Rojda Cûdî hat guhdarîkirin. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Sureye Hebeş axivî û bang li şêniyan û koçberan kir ku têkoşîna li hemberî siyasetên dijmin mezin bikin û bi dijmin neyên xapandin, ji ber ku ew dixwaze vîna gelan bişikîne.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim di merasîmê de axivî û got: “Dîroka berxwedana gelê Kurd a li dijî êrişkeran bandoreke mezin li vê pêvajoyê kir. Ji destpêka dîrokê ve Kurd li hemberî êrişkeran li ber xwe dide û rojekê li hemberî hovîtiyan wan teslîm nebû. Îro jî em li ser şopa bavûkalên xwe ne û heta pêkanîna serkeftinê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) ya kantona Efrînê Mihemed Mihemed wesîqeya şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Xwişka şehîd Sosin, Îlham Mihemed spasiya şêniyan û koçberan kir.

Di dawiya merasîmê de beşdaran berxwedana şehîdan silav kir.