Ji ber mayînên dagirkeran 4 Efrînî mirin
Ji ber mayînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan, 4 Efrînî mirin.
Ji ber mayînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan, 4 Efrînî mirin.
4 kesên ji Efrînê dema ku xwestin ji Efrînê derkevin, pê li mayîna dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê kirin.
Di navbera gundên Barade û Bircikê yê Şerawaya Efrînê, ji ber mayînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 kes mirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine stendin, sivîlên li Efrînê dema ku ji ber zextên giran ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derdiketin, mayîn bi wan teqiyaye.
Ji xeynî 5 gundên Şerawaya Efrînê yên ku nêzî Şehbayê ne, hemû gundên wê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.