Ji ber erdhejê xelkê Kobanê bi şev li binê konan ma
Erdheja doh êvarê ya li Hatayê, bandor li Kobanê jî kir. Bi rûdana erdhejê re xelkê Kobanê berê xwe da konên Rêveberiya Xweser û bi şev li binê konan ma.
Erdheja doh êvarê ya li Hatayê, bandor li Kobanê jî kir. Bi rûdana erdhejê re xelkê Kobanê berê xwe da konên Rêveberiya Xweser û bi şev li binê konan ma.
Erdheja bi dijwariya 6.4 pileyî ku doh êvarê li Hatayê rû da, bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Xelkê herêmê kete nava panîkê, ji malên xwe derket û berê xwe da konên ji bo ewlehiyê hatibûn vedan.
Şêniyên Kobanê şeva xwe li binê konan derbas kir.