‘Ji ber dewleta Tirk 300 hezar sivîlan koç kirin’

Meclîsa Şehbayê diyar kir ku ji ber êrîşan 300 hezar sivîlan koç kirine û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku bila dewleta Tirk ji herêmê derxînin.

Bi boneya salvegera duyemîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, meclîsa kantona Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî bi beşdariya bi dehan rêveber, endamên meclis û komînan û şêniyên navçeya Ehrezê da.

Endamê Meclîsa kantona Şehbayê Nûrî Wilo daxuyanî li pêş avahiya Meclisa navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Ev şerê kirêt ê ku dewleta Tirk ya bi serkêşiya serokkomarê wê yê terorîst Erdogan di 20’ê Çile de bi beşdariya bi deh hezaran çeteyên terorîst li dijî şêniyên Efrînê pêk aniye, tê de di roja yekemîn de 72 balafirên şer bi kar anîn ku sivîl, sazî, nexweşxane, perestgeh, cihên dîrokî, bomberan kirin. Komkujî bi mafên zarok û jinan de weke komkujiya Mabata, Cilbil û ji bilî wê pêk anîn. Ev êriş û bombebarankirina dewleta Tirkiyê û sûcên wê li pêş çavên civaka navdewletî û rêxistinên mirovî pêk hat.

Li hember vê dijminatiya barbarî, YPG’ê, YPJ’ê, hêzên şoreşger berxwedaniyeke qehremantî ya 58 rojan pêk anî û destanên dîrok nivîsandin. Tevî bikaranîna tevahî çekên pêşketî di van êrişan de, lê li hember hêzên Efrînê derbeyeke giran xwarin. Êrişa dewleta Tirk bû sedema koçberkirina zêdetirî 300 hezar sivîl li Heleb û Şehbayê.

Piştî derbasbûna 2 salan di ser dagirkirina kantona Efrînê re, tevahî cîhan sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin. Kuştin, revandin, îşekencekirina jinan, zarok, şêx û ciwan, dizîn, talankirina milk, şûnwar û şewitandina daristanan, wêrankirina perestgeh û goristanan û guhartina demografî bi bicihkirina şêniyên Xota, Idlib û malbatên cîhadîstan ji tevahî cîhanê, dibîne.  Ev sûc hê li dijî şêniyên me yên li Şehbayê berdewam in.

Em meclîsa kantona Şehbayê, piştrast dikin ku li hember van êrişan bi şêniyên xwe yên Efrînê re, heta rizgarkirina Şehba û Efrînê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha bêdengiya navdewletî, bi taybet NY’yê û rêxistinên mafên mirovan li hember dagirkerî û sûcên wê, şermezar dikin û bang dikin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku ji xaka me derkeve. “

Meclisê, bang li dewleta Sûriyê kir ku gavên dîrok û bicesaret li hember diyaloga avaker bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk bîne da ku bigihînin çareyeke siyasî ku Bakurê Sûriyê tevahî ji qirêjiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin.

Daxuyanî bi diruşmên qewitandin û derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê, bi dawî bû.