Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 15’ê Sibatê hat protestokirin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xelk daket qadan û komploya 15’ê Sibatê protesto kir.

Komploya 15 Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd 24 sal berê ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi awayekê plankirî, bi komployekê dîl hat girtin, ji aliyê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat protestokirin.

Komploya Navneteweyî, li Hecîn û El Sevayê ku bajarokên Dêrazorê ne; li Şedadê û Holê ku navçeyên Hesekê ne, li Wargeha Serêkaniyê ku li rojhilatê Hesekê ye, li Reqayê, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Ofîsa Perwerdehiyê ya Akademiya Civaka Demokratîk ve, li Helebê ji aliyê Meclîsên Giştî ya Taxa Eşrefiyê û ya Şexmeqsûdê û Hewildana Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ve bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hat protestokirin.

Di çalakiyan de peyam hat dayîn ku heta herêmên dagirkirî rizgar bibin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê, wê têkoşîn bi berdewamî bê geşkirin.