Bi sed hezaran Kurd û dostên Kurdan, 16’ê Mijdarê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li bajarê Koln ê Elmanyayê meşiyan û mîtîng li dar xistin. Enternasyonalîstên beşdarî meşê bûn, peyamên, “Silavê Rêber Apo ronahiya têkoşîna jinan e” dan. Ciwanên enternasyonalîst Min Sommer û Sarah Berg ên beşdarî mîtîngê bûn, ji ajansa me re axivîn û gotin: “Divê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan em bi hevre bitêkoşîn û li qadan bin.”
‘JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN TÊKEVIN DEWRÊ’
Jina ciwan a enternasyonalîst Min Sommer anî ziman ku ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîdê de ye û got: “Ev yek hemû zagonên navnetweyî binpê dike. Hikûmeta Elmanyayê û YE jî ku dabînkirina demokrasî û mafên mirovan ji bo xwe wekî erkekê dibîne, di vê mijarê de tiştekî nake. Li vir li gor berwendiyên xwe tevdigerin, ji ber ku bi Tirkiyeyê re peymanên çekan bidomînin. Ji bo wan têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji rêzgirtina bo mafên mirovan giringtir e. Sedem ew e ku şirketên mezin ên Elman ji vê yekê sûd werdigirin. Loma li dijî Kurdên li Elmanyayê radibin, ev dirûtiyeke mezin e. Divê raya giştî ya navneteweyî û Elmanya ji bo ku dawîlêanîna tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan demildest bikevin dewrê.”
‘JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN EM BI HEVRE TÊBIKOŞÎN’
Jina ciwan Sarah Berg jî destnîşan kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdariya mîtîna azadiyê bûye û got: “Em îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan li vê derê ne û wekî ji girseya li vê derê jî tê dîtin, gelek kes hene ku helwesta li dijî Abdullah Ocalan tê birêvebirin qebûl nakin û tecrîda ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye şermezar dikin. Ji bo me enternasyonalîstan hebûna Abdullah Ocalan û azadiya wî hêviyeke mezin e. Raman û felsefeya Abdullah Ocalan hêviyê dide me. Em dixwazin ji bo vê yekê bi hev re têbikoşin û ji ber vê sedemê em îro li vê derê ne, li qadan in.”