HRE'yê li Mareyê li dagirkeran xist: 5 çete mirin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li bajarokê Mare yê Helebê ji du aliyan ve li hêzên dagirker ên Tirk xistin. Li gorî daxuyaniya HRE'yê herî kêm 5 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin, çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete dewam dikin.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "2'ê Sibatê li gundê Til Melad ê bajarokê Mare yê Helebê, şervanên me li komên çete xistin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, çalakî ji du aliyan ve hatiye kirin û di encamê de şer derketiye.

Li gorî daxuyaniyê, di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 2 çeper hatin rûxandin û çekek bi tîpa kalaşnîkovê ji ser çeteyan hate wergirtin.