HRE’yê êrîşên çeteyan vala derxist

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya berî 3 rojan a bi çekên giran a li ser gundê Eyn Deqnê û Minixê hatiye vala derxistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên Eyn Deqne û Miniê ya navçeya Şerayê daxuyaniyek nivîskî da.

HRE’yê li ser êrîşê ev agahî da:

“Di çarçoveya êrîşên bi armanca qirkirin û dagirkirinê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya sê rojan êrîşên bi sîlahên giran anîn li ser gundên Eyn Deqnê û Minix yên derdora navçeya Şera. Ev êrîş ji duh bi şev de veguherî şerê sing bi sing ên di navbera hêzên me û çeteyan a derdora gundên navborî de. Di encama şer de gelek çete hatin kuştin.

Piştî valaderxistina êrîşên wan ji aliyê şervanên me, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ji baragehên xwe ên li navenda bajarê Ezazê heremên sivîlan ên li Til Rifetê û derdora wê topbaran kirin. Di encamê de weêatjgem koçber ê Efrînê şehîd bû û hejmarek jî birîndar bûn. Ziyanên madî jî gihiştin mal û milkên sivîlan.

Em ê derbarê êrîşên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên li ser heremên Şehba û Efrînê û berxwedana şervanên me, di dema li pêş de daxuyaniyekî berfireh ji bo raya giştî belav bikin.”