HRE'yê li Efrînê li navendeke leşkerî da, gelek leşker mirin

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên Merenaz û Malîkiyê ya Şerayê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama bersivdayina hêzên wan de gelek leşker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser topbaran û encamên şer ên di navbera hêzên wan ên piştî topbaran li ser gundên Merenaz û Malikiyê ya Şerayê daxuyaniyek da. HRE anî ziman ku îro li baregehek leşkerên Tirk dane û gelek leşker hatine kuştin, têkildarî hejmrê agahiyên zelal nehatin parvekirin.

HRE’yê anî ziman ku di şer de şervanekî wan şehîd bûye wê agahiyên têkildarî nasnameyê piştre bi raya giştî re parve bikin.

HRE’ ev agahî da: “Di dîroka 8’ê Tebaxê û şûnde artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera Malikiyê û Merenaz ku têde niştecîhên sîvîl hene bi topên obus û hawanan bi awayekî dijwar topbaran kirin û hewl dan di bin parastina topbaranê de bi çekên giran êrîşî bînin ser heman herêmê.

Di encama bersivdana şervanên me de şerekî dijwar di navbera şervanên me û leşker û çeteyên artêşa dagirker de derket û heya vê sibehê berdewam kir. Di şer de şervanek me piştî berxwedanek bi heybet şehîd ket. Di demên pêş de wê agahiyên nasnameyê werin parve kirin.

Di çarçoveya bersivdanê de hêzên me îro çalakiyek bi bandor li dijî baregehek artêşa dagirker a nêzî qada şer lidar xistin û di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndarkirin.

Piştî çalakiyê artêşa dagirker bi helîkopteran kuştî û brîndarên xwe ji qada şer rakirin. Her wiha li ser herêmê tevgera balafirên keşfê yên bê mirov didome.”