HRE: Li Ezazê 2 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya şervanên wan de ya 22’ê Nîsanê ya li Ezazê 2 çete hatin kuştin ku yek ji wan berpirsarê maseya Sûrî a şaxê MÎT'ê ya Tirk e.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên şervanên wan ên li dijî leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Ezazê didomin.

Di daxuyaniya HRE’yê de hate gotin; "Di çarçoveya pêngava çalakiyên rizgarkirina Efrinê de ku ji aliyê hêzên me ve hatiye ragihandin û ji bo tolhildana şehîdên berxwedana Efrînê, şervanên me bi çalakiyeke taybet derb li MÎT'ê ya Tirk û çeteyên girêdayî wê li bajarê Ezazê li dan.

Roja 22'ê Nîsanê pişti şopandineke demdirej şervanên me çalakiyek taybet li hember baregeha hevbeş ya MÎT'ê ya Tirk û hêza îstîxbaratê yên çeteyên bi navê Arteşa Nîştîmanî ya li bajarê Ezazê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete ku yek ji wan berpirsyarê maseya Surî a şaxê MÎT'ê ya Tirk li Surî bû hate kuştin, 7 jî bi giranî birîndar bûn."