HRE: Li Efrîn û Mareyê 8 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li Efrîn û Mareyê de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê got di çalakiyên li Efrîn û Mareyê de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya HRE wiha ye;

“Hêzên me di 19 Îlonê de bi çalakiyên cûr bi cûr artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herema Efrîn û derdora wê kirin hedef. Di çalakiyan de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û çekên wan hatin bi dest xistin.

Hêzên me roja 19’ê Îlonê bi çalakiyeke sabotajê komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Meryemîn a ser bi navçeya Şera kirin hedef Di encamê de 5 çete hatin kuştin, çekek AK-47 û hejmarek ji belge û nasnameyên çeteyan ji alî şervanên me ve hatin bi dest xistin.

Heman rojê hêzên me êrîş birin li ser çeperên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarê Mare, di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Li aliyê din hêzên me li hember navendekî çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora Dewara Newroz a li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dar xistin, lê di derbarê encama çalakiyê ne agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.”