HRE: Li Efrîn û Ezazê 2 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di çalakiyên sekvaniyê de yên 14-16’ê Hezîranê yên li gundê Meryemîn a Şera gundê Kefer Xaşir a Ezazê 2 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrîn ragihan di 2 çalakiyên sekvaniyê de yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrîn û Ezazê 2 çete hatine kuştin.

HRE diyar kir ku hêzên wan du çalakiyên cuda yên sekvanî li dijî çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li herêma Efrîn û Ezazê lidar xistine.

HRE’yê li ser çalakiyan ev agahî parve kir: "14’ê Hezîranê tîmek me bi çalakiyek sekvanî çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li derdora gundê Meryemîn a ser bi navçeya Şera kir armanc, di encamê de çeteyek hate kuştin.

16’ê Hezîranê tîmekî me bi çalakiyekî sekvanî çeteyekî girêdayî artêşa dagirker a Tirk li derdora gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herêma Ezazê kuştine."