HRE: Li Efrîn û Ezazê 2 çete hatin kuştin

HRE'yê ragihand, ku li Efrîn û Ezazê di encama çalakiyên wan de 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ye:

"Roja 20’ê Adarê; hêzên me li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Hêzên me li bajarê Efrînê li ser rêya navçeya Raco çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de derb li wesayitekê hate xistin û çeteyek birîndar bû.

Roja 21’ê Adarê; hêzên me li gundê Kefer Xaşir ê bi ser bajarê Ezazê ve çalakiyeke sekvanî li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Roja 23’yê Adarê; hêzên me li Qada Azadî ya navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xist. Lê belê encama çalakiyê nehat zelalkirin.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê di van demên dawîn de gund û navçeyên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikin û tevgera balafirên bêmirov li ser herêmê berdewam dike."