HRE: Li Efrîn, Mare û Ezazê bi kêmanî 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn, Mera û Ezazê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê di 12-13’ê Cotmehê de rêze çalakî kirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên li Efrîn, Mera û Ezazê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê hatî bikaranî eşkere kir. HRE ragihand ku di çalakiya de bi kêmanî 9 çete hatine kuştin.

HRE li ser çalakiyan ev agahî da:

“Di çarçoveya rêzeçalakiyên hêzên me yê di dîroka navbera 12 û 13’ê Cotmeh 2019 ku li herêma Efrîn, Mare û Ezaz li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatiye lidar xistin de:

12’ê Cotmehê li bajarê Mare li dijî baragehekî artêşa Tirk a dagirker hêzên me çalakiyekî bi bandor lidar xistin. Di encamê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

12’ê Cotmehê li gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me çalakiyekî bi şêwazê kemîn lidar xistin. Di encamê çalakiyê de 4 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di heman rojê de li navenda bajarê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yekîneyên me çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di encamê de 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûn, lê belê di derbarê kuştiyên dijmin de agahî bi dest neketin.

13’ê Cotmehê yekîneyên me li derdora gundê Kil Cibrîn û Kefer Xaşir ji 2 baskan ve çalakiyekî bi şêwazê serdagirtinê li dijî çeper û stargehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xistin. Di encama şerê dijwar û çalakiyê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker çeper û stargehên xwe vala kirin û revîyan. Yyekîneyên me termalekî desteser kirin lê belê kuştî birîndarên dijmin ne hat zelalkirin.

13’ê Cotmehê li bajarê Mare li dijî çeperekî çeteyên koma bi navê El Cebha el-Şamiyê yekîneyên me çalakiyekî lidar xistin. Di encamê de çeteyek koma navborî hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di heman rojê de, li navenda bajarê Efrînê taxa Mehmûdiyê hêzên me çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xistin. Di encamê de birîndarên komên çeteyên dagirker çêbûn lê kuştiyên dagirkeran ne hat zelal kirin.”