HRE: Li Babê 8 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li derdora herêma Babê de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li derdora herêma Babê de 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HRE’yê got; “Hêzên me li derdora herêma Babê çalakiyekî bi bandor li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin û gelek çete kuştin.
8 Turkish-backed Jabha al-Shamiyya terrorists were killed in night raid in al-Bab on August 9. pic.twitter.com/2u39g1mDdY
— Afrin Liberation Forces (@HRE_official) August 10, 2019
Roja 9’ê Tebaxê (Duh) li herêma Babê derdora gundê Twês hêzên me bi çalakiyeke bi bandor ketin nav çeper û baregehên koma terorîst a bi navê Cebhe el-Şamiye. Di encama şerê dijwar yê 15 deqeyan dirêj kir de 2 motosîklêt hatin rûxandin, 8 çete hatin kuştin û 4 çete birîndar bûn. Herwiha hêzên me dest danîn li ser 3 çekên AK-47, 1 çeka sekvaniyê, 1 dûrbîna termal, 11 jarjor û 2 rext.”