HRE: Leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku li herêmên Merî û Babê yên dagirkirî, di encama çalakiyên hêzên wan de leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser malpera têkildarî çalakiyên ku 17'ê Sibatê lidar xistine, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber berdewam dikin. Hêzên me di çarçoveya bersivandinê de di 17'ê Sibatê 2 çalakî lidar xistin.

Hêzên me li xeta Meriyê çalakiyek sekvanî li dijî çeteyên dagirker pêk anî. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Di heman rojê de li xeta Babê li dijî baregeha dagirkeriya Tirk a Ebû Zêdan çalakiyek taybet hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî leşkerekî Tirk hate kuştin."