HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên wan ên tolhildanê de li herêmên Efrîn û Ezazê 9 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên dawî yên hêzên xwe daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya HRE'yê wiha ye:

"Li herêma Efrîn û Ezazê hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin.

Di dîroka 8ê Kanûnê de di navbera gundên Meydankê û Gemrukê yê bi ser navçeya Şera de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Sultan Mûrad çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî hatin kuştin.

2. Di heman dîrokê de di navbera gundên Beradê û Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şerawa de hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Feylaq el-Şam çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

 3. Di dîroka 9ê Kanûnê de li derdora herêma Ezazê hêzên me li dijî çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 5 çeteyên koma navborî hatin kuştin."