Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

HRE: Bi kêmanî 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku 26’ê Kanûnê di çalakiyên li dijî baregehên artêşa Tirk a li Ezaz, Malikiyê û Şerayê de bikêmanî 2 leşker hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) li ser çalakiyên li Ezaz, Malikiyê û Şerayê agahî da.

HRE’yê ev agahî da: “Çalakî û operasyonên hêzên me li dijî çete û leşkerên artêşa dagirker li herêma Efrîn û derdorê wê berdewam dikin.

Hêzên me 26’ê Kanûnê li dijî baragehên leşkerên artêş dagirker ên li Ezaz, Malikiyê û Şera çalakiyên serkeftî lidar xistin. Di encama çalakiyan de herî kêm 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker brîndar bûn.

Artêşa dagirker piştî çalakiyan gundên Malikiyê, Merenaz, Şêwarqa û el-Qamiyyê yên ser bi navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt zevî û milkên şêniyên herêmê.”