HRE: 9 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li Efrîn û Ezazê yên dagirkirî, di navbera 17 û 23'ê Tebaxê de 9 çete hatine kuştin, 12 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên xwe yên vê dema dawiyê li dijî dagirkeran li dar xistin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di navbera 17 û 23'ê Tebaxê de çalakiyên bi bandor hatine lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, encamên çalakiyan wiha ne:

"Roja 17'ê Tebaxê li gundê Qurbê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ji aliyê Tîma Şehîd Avesta ve çalakiyek sabotajê hat lidarxistin.  Di encama vê çalakiyê de serçeteyê bi nave Ebû Docana û 2 çeteyên din hatin kuştin.

Roja 21'ê Tebaxê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê di encama çalakiyek sabotajê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Rojên 22 û 23ê Tebaxê, li gundê Keferxweşê yê bajarokê Ezazê, li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

Di çalakiya 22'ê Tebaxê de 2 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn.

Di çalakiya 23'ê Tebaxê de jî  3 çete hatin kuştin, 3 çete jî brîndar bûn.

Di vê çalakiyê de her wiha, mewziyek û konteynirek jî hatin ruxandin.

Di wan çalakiyan de bi gişî 9 çete hatin kuştin, 12 çete jî brîndar bûn."