HRE: 7 dagirker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan yên li herêma Efrînê de 7 dagirker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne û 3 wesayît hatine rûxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan yên li herêma Efrînê de 7 dagirker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne û 3 wesayît hatine rûxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çlakakiyên şervanên wan ên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin;”Roja 3’ê Çileyê li herêma Efrînê ji aliyê hêzên me ve li hemberî arteşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên xurt hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Li xeta gundê Kîmarê ya bi ser navçeya Şêrawa li hemberî 3 seyare û baregehekî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên sabotajê û 2 çalakiyên taybet hatin li dar xistin. Di encama wan çalakiyan de 1 leşker, 6 çeteyên koma Firqe Hemzet hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn. Herwiha 3 seyare hatin îmhakirin.
Di heman demê de artêşa dagirker û çeteyên wê geliyê di navbera gundên Soxanekê û Meyasê a navçeya Şêrawa bi obusan bombebaran kirin. Her wiha li ser herêmê balafirên keşfê geriyan.”