HRE: 5 dagirker hatin kuştin, 2 wesayit hatin rûxandin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand, ku di çalakiyên dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 5 çete hatin kuştin, 2 wesayit hatin rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyek weşand û li ser çalakiyên li dar xist agahî parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"14'ê Sibatê, li gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî serçeteyekî çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di çalakiyê de serçete hate kuştin, 2 wesayit hatin rûxandin.

19'ê Sibatê, li ser rêya navbera navçeya Bilbilê û gundê Şingêlê hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 4 çete hatin kutin.

Her wiha bombardûmana li herêmê û liv û tevgera balafirên keşfê dewam dike."