HRE: 2 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku li Efrînê di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) wiha ye:

"Li Efrînê û derdora wê, çalakî û operasyonên hêzên me yên li dijî artêşa dagirker û komên wan ên çete bênavber dewam dikin. Hêzên me li dijî dagirkeran 2 çalakiyên bi bandor kirin.

Hêzên me di 11'ê Çileyê de li derdora gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê çalakiyeke bi bandor li dijî baregehek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker kirin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Heman demê hêzên me li derdora gundê Meryemînê yê navçeya Şerayê li dijî baregheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin. Encama çalakiyê nehate zelalkirin.

Artêşa dagirker û komên wê yên çete di heman demê de bi obusan gundên Başemrê, Soxanekê, Tinnib, Şewarxa, Malîkiyê û Merenazê bombe kirin. Her wiha gundê Şewarxa jî bi Droneyê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê xisar li gelê herêmê bû."