HRE: 11 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de 11 dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe yên rojên dawîn ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de agahî dan.

HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyên wan 11 çete hatine kuştin û 11 çete jî birîndar bûne û derb li 2 wesayitên çeteyan hatine xistin.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja 8’ê Adarê hêzên me li gundê Arab Wêranê yê bi ser navçeya Şera çalakiyek sabotajê li dijî çeteyên dagirker li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Roja 9’ê Adarê hêzên me li gundê Şiltatê yê bi ser navçeya Şera li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Roja 11’ê Adarê hêzên me li derdora bajarê Mareyê çalakiyeke sekvanî li dijî çeteyên dagirker li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin.

Roja 18’ê Adarê hêzên me li taxa Mehmûdiyê û Eşrefiyê ya girêdayî bajarê Efrînê 2 çalakiyên sabotajê li dijî çeteyên artêşa dagirker li dar xistin. Di encamê de li Mehmûdiyê 2 seyare hatin derbkirin û 2 çete jî birîndar bûn, li Eşrefiyê jî ziyana madî çêbû.

Hêzên me li gundê Kosa yê bi ser navçeya Raco ve li dijî benda kontrolê çalakiyek serdagirtinê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Li gundê Abîdana ya girêdayî navçeya Bilbilê hêzên me li dijî benda kontrolê ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete jî birîndar bû.

Roja 19’ê Adarê hêzên me li derdora bajarê Mareyê çalakiyek li dijî noqteyên çeteyên dagirker li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Bi giştî di encama çalakiyan de 11 çete hatin kuştin, 11 çete jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa dagirker gund û navçeyên girêdayî Efrîn û Şehbayê bê navber topbaran dikin û li herêmê tevgera balafirên bêmirov berdewam dike."