Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hate gotin, "Şerê Cîhanê yê 3'yemîn hîn li Rojhilata Navîn diqewime. Bi taybetî piştî şerê Îsraîl-Hamas û Îsraîl-Hîzbûllahê, dihate texmînkirin ku şer derbasî Sûriye û Iraqê bibe. Hêzên herêmî û hêzên hegemonîk ên navneteweyî ji bo zêdekirina bandor û hêza xwe li pey her firsendê ne û bi nearamkirina herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û elwekariyê hewl didin herêmê ji nû ve ava bikin. Di encama vê yekê jî de jî rojên dawî pêleke nû ya êrîşê li ser Sûriyeyê destpê kir."
AKTORÊ SEREKE YÊ ÊRÎŞÊ DEWLETA TIRK E
Koordînasyona KJK'ê got, "Çeteyên ku DAÎŞ, El Qaîde, selefîst û cîhadîstan temsîl dikin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava û Helebê dest bi êrîşeke nû û berfireh a dagirkeriyê kirin" û bi vî rengî dewam kir. "Çete û mejiyê DAÎŞ û El Qaîdeyê careke din êrîşî Kurdan, jinan, gelan dikin. Bi vê êrîşê re komkujî, qirkirin û qirkirina jinê careke din rû dide. Eşkere ye ku li pişt van êrîşan dewleta Tirk heye. Ev pêla êrîşê ku hêzên weke NATO'yê jî li pişt e, ti fêda xwe ji aştiya gelan û jiyana bi hev re nîne. Bi taybetî ev êrîşên bi hevdemî li ser Til Rifat, Minbic, Til Temir û Rojava destpê kir, nîşan dide ku komkujî û qirkirineke nû ji aliYê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û tê bicihanîn. Demeke dirêj bû ku rayedarên dewleta Tirk qala komkujî û êrîşên qirkirinê yên nû yên li dijî Kurdan dikirin. Ev yek êrîşek li ser jiyan û rêveberiya demokratîk, wekhev û bi hev re ya gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çeçen û Tirkmen a li ser xaka xwe ye. Ji ber ku modela li Rojava ya jiyana bi hev re ya li ser bingeha wekhevî û azadiyê û parastina cihêrengiya gelan nikarin hezm bikin; her wiha weke dawiya polîtîkayên netewe dewlet, nijadperest û neteweperest dibînin, êrîş dikin. Aktorê sereke yê vê yekê jî dewleta Tirk e. Çeteyên El Qaîde û DAÎŞ'ê di demeke kurt de bi rêbaza şokê êrîşî Helebê kirin û bi dest xistin, ku ev yek nîşan dide ku ev rewş ji hêzên navneteweyî cuda nîne ku li pey dîzaynkirina herêmê ne. Vekişandina bermahiyên DAÎŞ'ê ji bo Idlibê, perwerdekirin, biçekkirin û amadekirina wan li wê derê, her wiha êrişa wan nîşan dide ku rewşeke plankirî ye û demeke dirêj li ser dixebitîn. Eşkere bû ku ev hêzên li herêmê li pey hegemonyayê ne bi dewleta Tirk re ev pêvajo plan kirin, bi rê ve birin. Her wiha artêşa Sûriyeyê bêyî li ber xwe bide xwe vekişand, hêzên bi Sûriyeyê re di nava tifaqê de ne piştgiriyeke cidî ji bo rawestandina êrişan nekirin ku ev yek jî nîşan dide ku êrîş û polîtîkayên qirêj li ser can û xwîna gelan di meriyetê de ye.
JI BO QIRKIRINA JINÊ BIXIN MERIYETÊ KETINE NAVA LIV Û TEVGERÊ
Weke ku di gelek şer û êrişên bi heman rengî de hate dîtin, di van êrîş û polîtîkayên şer de jî jin, gel û zarok têne qetilkirin, êrîş li wan tê kirin û rastî polîtîkayên qirkirinê tên. Ev hêz û mejiyê selefî/cîhadîst ji bo karibin careke din jinan weke kole/cariye bi kar bînin, bifiroşin, qirkirina jinê bi rengekî çalak bixin meriyetê, ketin nava liv û tevgerê. Jin weke êrîşên qirkirinê yên salên 2013/2014'an ên bi destê DAÎŞ'ê hatin kirin, bi êrîşeke nû re rû bi rû ne.
Naxwazin ev cografya ku ji bo azadiya jinê bê ronîkirin û nebe qadeke wekhevî û azadiyê ya bi pêşengiya jinê. Ev êrîş û komkujî ji aliyê xwediyên vê feraset û mejiyî tê kirin.
JI BO TÊKOŞÎNA LI ROJAVAYÊ EM BANGA HEVGIRTINÊ DIKIN
Weke Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê ku bi têgihiştin, perspektîf û paradîgmaya afirandina paşerojeke wekhev û azad tevdigere, em careke din diyar dikin û radigihînin ku yên xwedî zîhniyeta tarî ya qirêj û kor wê winda bikin. Em ê vê tarîtiya ku ji aliyê feraset û sîstema bi serdestiya mêr ve tê xwedîkirin, pêşvebirin û destekkirin, têk bibin. Em bang li hemû jinan dikin ku bêyî dereng be, bi bandor tevbigerin, têkoşînê bilind bikin û piştgiriyê bidin têkoşîna li Rojava. Li dijî vê hovîtiya barbar divê em li ser bingeheke bi bandor û xurt parastina xwe bikin. Divê neyê jibîr kirin, eger em îro nekin, sibe dibe ku dereng be. Hemû gelên li Rojava dijîn, ku jiyan û paşeroja wan di bin gefan de ne, pêwîste xwe bi rêxistin bikin û berxwedanê derxînin asta herî bilind. Li cihê ku gel lê rêxistinbûyî ne, planên bi xwîn ên zaliman têk diçe. Bi ruhê şoreşa Rojava em têkoşîna xweparastinê derxin asta herî jor û divê em careke din îspat bikin ku faşîzm li van xakan mehkûmî têk çûnê ne. Em bang li gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava dijîn dikin ku di van rojên ku dîrok ji nû ve tê nivîsandin de xaka xwe, jiyana xwe û rastiya jiyana azad a bi berdêlên berxwedanê û berdêlên mezin hatine qezençkirin biparêzin. Ji ber vê rastiya dijwar, roj ew roj e ku rastiya berxwedan û têkoşînê derxînin asta herî jor. Di van rojan de ku saet û roj ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng in, divê em xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin û bi ser bikevin.
Îro Kurd û gelên li herêmê dijîn bi taybetî bi êrîşên faşîst ên dewleta Tirk re ketine nava pençên qirkirinê ya nû de. Mîna sala 2014'an divê em li her derê rabin ser piyan û têkoşînê li tevahiya Kurdistan û cihên em lê dijîn belav bikin. Divê li her dera Kurdistanê û derveyî welat gelê me dereng nemîne û têkoşînê bilind bike. Divê hemû dost, hêzên tifaq, çep, sosyalîst, şoreşger û dijî kapîtalîst zanibin ku tê xwestin ronahiya li Kurdistanê xurt dibe, bê tarîkirin. Bêguman ev tarîtî di serî de wê bibe tarîtiya hemû jinan û gelan. Ji bo vê jî em bang li her kesî dikin ku xwedî li paşeroja me ya ronîbûyî derkeve.''