Hîskirina halê FEDA yê bi sedan jiyanî
Kelîme, ku bi mehan bi sedan şehîd şûştî, birîna wan dirûtî, kefen kirî, hay jê heye ku karê dike pîroz e...
Kelîme, ku bi mehan bi sedan şehîd şûştî, birîna wan dirûtî, kefen kirî, hay jê heye ku karê dike pîroz e...
Li Kobanê ku hema hema her kesek êşa xwe heye, ev jî hevdîtineke wiha ye ku zor li me kiriye. Ji ber vê ev du roj in lê difikirim bê ka ez ê çawa dest pê bikim. Weke ku bi rengekî hêsan dayîn wê ya herî rast be. Kelîme Şewket Aldemîr a ji Kobanê dema şer li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan tekane jin e ku li Kobanê maye. Birayê wê Şahab serê salên 90'î li Bedlîsê şehîd bûye. Birayê wê yê dî Gernas ev 30 sal in li nav Tevgera Azadiyê têdikoşe. Li gel Kelîme di eynî ekîbê de 3 mêr jî hene. Ew jî xizmên şehîdan in. Yek jê bavê wî û yek jê birayê wî şehîd e..Ekîbeke ku ji 4 kesan pêk tê. Peywira wan ew e ku şehîdan ji bo rêwîtiya wan a dawî hazir bikin...
Bi mehan şehîd şûştine, birînên wan ên vekirî dirûtiye, kefen kirine Kelîme, hay jê heye ku karê dike çendî pîroz e. Kelîme dibêje, ''Bi derfetên xwe me hewl da ku peywira xwe ya dawî ji bo şehîdan bi rengekî bêkêmasî bikn. Jixwe kezeba malbatan şewitiye, me nedixwest ku zarên xwe wiha di nav xwînê de, di nav birînan de bibînin.''
Li wê avahiya kavil a li ber sînor ya ku me hevdîtin lê kirî, wek ku giyanê demê lê digere...Ji bo ku me dîsa ew roj bi bîra Kelîme anîne em jî diêşin lê em hay jê hene ku divê ji dîrokê re bimînin.
Kelîme dibêje, ''Êşa şehîdbûna wan mirovên ku me bi hev re civat kirî, şûştina cenazeyên wan, kefenkirina wan nayê gotin'' û bîranînên li gel şehîdan , çîrokên wan, qewîtiyên wan vedibêje...
ARMANC EW BÛ KU ŞEHÎD BÊ NAV Û NASNAME NEMÎNIN
''Dema ku şer dest pê kirî ji saziyê em çar kes bûn. Şervana bi navê Laleşîn jî bi me re bû. Peywira me ev bû ku em şehîdan ji bo rêwîtiya wan a dawî hazir bikin. Carinan em diçûne eniya pêş, derheqê şehîdan me agahî berhev dikir. Armanc ew bû ku şehîdên me bê nav û nasname nemînin. Lê carinan rewşên wiha zor dibûjn, carinan şervan ji qarîşên wan, ji gustîlên wan dihatin naskirin. Carinan me nas jî nedikirin.
ME JI ŞEHNIKA SER RÛYÊ WÎ NAS KIR
Mînak şervanek hebû, ji Amedê bû. Sê birayên wî hebûn û ew û du xwîşkên wî. Hatibû şer. Li Kobanê şehîd bû. Me ew şervan ji şehnika ser çavê wî nas kir. Me çend wêne şanî dayikê wî dan, nas nekir. Piştî ku li ser kompîtirê wêne hate mezinkirin nas kir. Jixwe piştre malbatê testa DNA'yê kir, piştrast bû.
BAVÊ WÎ BÊHN KIR Û GOT, 'EV KURÊ MIN E''
Şehîd Mehmet Zekî Soyal ê Nisêbînî li Avahiya Şehîd Destan şehîd bûbû. Piştî 3 rojan ji bin kavilan karîbûn derxistin û bi zor dihate naskirin. Li bêrîkên wî geriyan. Di bêrîka şortê wî de kaxezeke deynan hebû. Me bi wê ew nas kir. Dema ku me ji derî derxist û teslîmî malbatê kir, bavê wî ew bêhn kir û got, ''Ev kurê min e.'' Bêyî ku testa DNA'yê bike, wiha gt. Bi DNA'yê jî piştrast bû ku ew şehîd Mehmet Zekî Soyal e. Li Nisêbînê hate veşartin.
QEWÎTÎ
Dema şer tişta herî zehmet ew bû ku em tim YPJ'ê û YPG'ê re di diyalogê de bûn û ew şervan şehîd dibû. Ji bo me yên ji Kobanê, Bakurî, Rojhilatî û Başûrî hemû yek bin. Êşa hemûyan yek bû. Hemû şehîdên ku me nas dikirin çîrokên wan cuda, qewîtiyên wan cuda bûn.
'SOND BIXWE, TU YÊ MIN BIŞÎNÎ GUNDÊ MIN'
Yek ji wan şehîd Cûdî Amed bû. Li heval Laleşîn nerî û got, ''Tu dişibî dayik min.'' Wê jî got, ''Ez jixwe diya te me. '' Piştre dema ku gotî, ''Heval ez dixwazim tu soz bidî min. Heke şehîd bibim tu yê min bişînî Amedê, gundê min.'' Laleşîn jî got, ''Nikarim wê sozÊ bidim te lê naxwazim tiştek jî bi te were.'' Rojekê ji bo tespîtkirina hevalên şehîd bibe alîkar hat. Dîsa ji heval Laleşîn xwest ku wê sozê bide. Li gel ku got, ''Heval Cûdî her şervan qewîtiyan li me dikin, barê me giran dikin. Ez çawa dikarim sozeke wiha bidim?'', lê rawestiya û got, ''Tu weke diya min î, soz bide.'' Laleşîn ji bêavî got, ''Hêvî dikim tiştekî wiha nebe lê ku bibe ez soz didim ku te bibim Bakur.'' Piştî bi demek ne dirêj Cûdî şehîd bû. Wan rojan Tirkan nedihişt ku kes derbas bibe. Laleşîn got soza ku min daye Heval Cûdî ez ê bi cih bînim û ew derbasî bakur kir. Gihande Amedê û ji wir gihande malbatê.
JI HIŞÊ MIN NAÇE
Rûyê du şehîdan qet ji bîr nakim. Cenazeyên wan hat, rûyê wan tim li ken bû. Wiha şehîd bûbûn. Dîsa şehîdek hebû, dema şer û piştî şer gelek wêneyên wî li medyayê derketin. We yê dîtibe. Çeka xwe zevt kiribû û wiha pê ve zeliqî bû, bi çeka qut bûyî..Ji bin kavilan me derxistibû. Şehîdek dî jî nîşana serkeftinÊ kiribû û wiha destê wî qut bûbû..Ev qet ji hişê min dernakeve.
ÊN KU ROJA DÎ CENAZEYÊN WAN DIHAT
Mijdar bû. Êrîş giran bûn li ser cihê ku em lê bûn û me şehîdên xwe ji wir birin devereke dî. Hem şervanên birîna wan sivik û hem jî şervanên din carinan dihatin alîkarî didan me da ku em şehîdan tespît bikin. Şehîd Êzda hebû. Rojekê ew hebû. Ji destê xwe birîndar bûbû. Min jî got, ''Heval Êzda, bila destên te germ bin, êş wê kem bibe.'' Wê jî got, ''Heval ez jî wiha dikim lê hewa pir giran e.'' Wê rojê bi hevalên me re gelek hene kir, heval Arîf hebû, pir kira xwe di heval Êzda da. Heta êvarî li cem me ma, piştre çû. Rojava dî cenazeyê wê hat.
JI BO KU MALBAT ZÊDETIR ÊŞÊ NEKIŞÎNINI..
Êşa mirovên ku civata wan bi were heye, hûn bi hev re dikenin û şehîd dibin, şûştina cenazeyê wan nayê gotin. Ji ber ku malbatên wan wê werin, heke li ser êşa wan, cenazeyên wan ne paqij bin wê êşa wan girantir be. Ji bo ku malbat wê êşê nejîn bi derfetên xwe me nedixwest ku her tiştî bêkêmasî bikin. Tirkan ji bo malbatên şehîdên 2 saet didan. Ji bo ku zarokên xwe veşartana 2 saetan didan.
Ji ber vê me birîna şehîdan didirût, paqij dikir, kefen digri û dikir dolaba qeşayê. Ji bo ku dema malbatên wan hatin birînên wan vekirî nemînin, bikaribin xatir bixwazin. Jixwe kezeba malbatan şewitiye, me nedixwest ku malbatên xwe di nav xwînê de bibînin û zêdetir biêşin.
Hin malbat ku dihatin û piştî ku zarokên xwe vedişartin nedixwestin ku biçin. Me digot, ''Bila êşa we hinekî deyne, piştre dîsa werin'' û nedihişt ku bimînin.
ŞEHÎD HARÛN Û ŞEHÎD ZÊRÎN
Şehîd Harûn hebû. Sê xalên wî şehîd bûn .Xalê wî yê dawî her wiha hevrêyê wî bû, ew jî li Kobanê bû , di nav şerê Kobanê de bû. Dema ku şehîd bûbû pir karîgerî li ser kiribû û Harûn şandibûn cem me. 3 rojan li cem me ma. Xwe bi ser hev de anî û vegeriya şer.
Ji bo ku em şehîdan bigihînin malbatên wan, ji bo agahiyên nasnameyên wan, bi telefonê em bi MEYA-DER'ê ya Bakur re diaxivîn. Wê rojê telefon xira bûbû. Şarz qediyabû. Dema ku êrîş kêm bûbûn me digot ka gelo em dikarin şarzekê ji kûderê bibînin. Em derketin, hinekî dûr ketibûn hişyarî hat û hate gotin, ''Heval hûn diçine kûderê, tim suîask têne kirin.'' Li kuçeya me perde hatibûn daleqandin. Ji bo ku em sivîl bûn gotine me, ''hûn dîsa hatine Kobanê?''. Me jî got, em ji Saziya Malbatên Şehîdan in. Wî jî got, ''Hûn ji saziyê ne, naxwe werin em bi hev re wêne bigirin, dema ku em şehîd bûn hûn ê bi kar bînin.'' Me got, ''Xwedê neke, heke tu werî cem me bi sax û silamet were''. Me bi hev re wêne girt. Bi carekê re got, ''Wêneyekî min tenê jî bigire, heke şehîd bibim, di îlana şehîdbûnê de hûn ê bi kar bînin.'' Me wêneyekî tenê wî yê tenê girt. Û çû. Piştre em hîn bûn ku navê xwe Zêrîn bû. Me jî batarya nedît û em vegeriyan.
Wê roja ku li Mekteba Reş çeteyan wesayit teqandibû. Ji wir du şehîd anîne cem me. Dema ku me şehîd ji nav lihêfê derxistin, cenazeyên Şehîd Haûr û Şehîd Zêrîn bûn .Me tenê ji bo 15 deqeyan Zêrîn dîtibû. Lê bi hezkirin cihê xwe di dilê me de çêkiribû.
EZ Ê SERÊ HEVAL HARÛN BIŞOM
Şehîd Harûn jî beriya ku şehîd bibe bi çend rojan hatibû cem me. Li morgê depoya qeşayê hebû û ji ber vê me tim jenerator bi kar dianî. Şehîd Harûn jî ji bo ku pîlên telefonê şarz bibe hatibû. Pîlên xwe danîn ji bo ku em şarz bikin û heval Laleşîn pîlên telefonê birin. Piştî bi çend rojan got, ''Piştî bi çend rojan yên we wê bînin, ez ê wan bistînim'' û çû. Dema ku me cenaze hazir kir, min dît ku ser û laşê wî lewitiye. Min got, ''Ez ê serê Heval Harûn bişom, dema sax bû min nekarî lê niha ez bişom'', min gote heval Ibrahîm ê bavê du şehîdan. Wî jî got, ''Na, ez ê bişom''. Min israr kir û got, ''Tu piyê wî û ez jî serê wî bişom'' û me wiha kir. Min bi şampûanê pora wî xweşik şûşt, bi şeh jî şeh kir û wiha me kefen kir. Helbet, me bi hêstirên xwe nedikarî, hêstirên çavê min û heval Ibrahîm digherîkin. Her çi qasî me hewl dida ku bi ser de nebarin jî heta ku me şûşt û kefan kir hêstirên me bi ser şervan de diniqutîn ...(Li vir digirî û em çend deqe navberê didin)
ME NEKARÎ HIN DAXWAZÊN WAN BI CIH BÎNIN!
Em bi bîranîn û qewîtiyên şehîdan tije bûbûn .Me gelek daxwazên şehîdan jî nekarî pêk bînin. Dema ku dijmin bi pêş ve çûyî nekarî wan li cihê ku dixwest veşêrin. Şehîdên me gotin ,''dibe ku dijmin pê li cenazeyê me bike û derbas bibin.'' Bi dehan mirovên me yên wiha hebûn. Dema ku me lehengiya şehîdên me bihîstî, dema ku me ew dîtin, di wî şerê giran de kana şanaziya me û moralê bûn.''
STÛNA ŞOREŞA ROJAVA ŞERVANÊN JIN IN
Helbet dema ku mirov behsa giringiya berxwedana jinê neke mirov nikare behsa Kobanê bike. Ji şerê Cephet El Nusra heta niha pêşengihya berxwedanê şervanên jin kiriye .Ş. Viyan Amara, berxwedana Sersozî, Arîn Mîrkan û hê gelekên din. Ev hemû şervan bûne stûna şoreşa Rojava. Şervanên jin li bara dijminê herî hov wê çawa li ber xwe bidin nîşanî hemû cîhanê dan û ev ji bo cîhane ispat kirin.
ROJA KU KOBANÊ AZAD BÛYÎ CENAZE DA...
Şehîd Hamza hebû. Ji koma Helebê bû. Beriya ku şehîd bibin li cihekî nêzî me bûn û hatibû cem me, ji bo ku li ser sicila şehîdan alîkar be. Me dolme çêdikir. Got, ''Wey, hûn dolmeyan çêdikin, çawa jî birçî bûme.'' Bi coşiyekê digot, ''Em ê DAÎŞ'ê têk bibin, Kobanê azad bikin. Hindik ma. Em ê biçin Bakur, Rojhilat, Kurdistanê azad bikin.'' Hê nû li sicîlên şehîdan dinerî, telefon hat. Di cih de rabû û got, ''Me yê bi heval Hemzra re xwarin bixwara.'' Got, ''Şer giran bû û divê ez biçim'' û çû. Rojav ku Kobanê azad bu cenazyê Şehîd Hemza hat. Wî ew roj nedît. Gotinên wî yên wê rojê ku bi coşiyekê hatibû û bilez çûbû, hatin bîra min, gotibû, ''Xwezî ji bo saetekê jî me dîtî Kobanê azad bûyî û piştre em şehîd bibûna.'' Lê nebû.
Ji çapemeniya YPG'ê min li dîmenên şerê şervana jin a bi navê Şepik Cûdî nerîbû. Li ser azadbûna Kobanê diaxive, dilîlîne, xwezî hevalên şehîd jî ev roj bidîtana. Navê şehîdan dibêje. Piştî bi demeke kurt ew jî şehîd bû. Cenazeyê wê jî min şûşt, hazir kir. Dîsa Farsek bi navê Emîr Kubar hebû, ew jî li Kobanê şehîd bû.
ME DIZANÎ KU KARÊ EM DIKIN PÎROZ E
Di nav vî şerî de em hay ji pîroziya vî karî hene. Bi alîkariya şervanên YPG'ê, YPJ'ê heta ji dest me hat me nehişt cenazeyên şehîdan li erdê me bimîne. Têkçûna Kobanê dihate maneya têkçûna gelê Kurd. Û zarên çar parçeyên Kurdistanê nehiştin ku ev pêk were. Ciwanên ji welatên biyan jî şehîd bûn. Her wiha mirovên ku hay ji Kurdbûnê, rêxistinê nebûn bi şerê Kobanê re xwe nask irin, şer kirin û şehîd bûn.
ÊŞA WÊ ROJÊ JI ŞADIYA WÊ ZÊDETIR BÛ
Roja ku Kobanê azad bûyî rojeke bi xem û şahî bû. Ji ber ku bi sedan ciwan ji bo vê rojê şehîd bûbûn. Ji ber vê, bêyî ku mirov li wan bifikire, jiyana azadiyê ne pêkan Bû. Ji bo min êşa wê ji şahiya wê zêdetir bû. Min pir xwest ku wê rojê şad bim lê min nedikarî.
ŞERÊ LI KOBANÊ NE TENÊ DIJÎ DAÎŞ'Ê BÛ
Şerê li Kobanê ne tenê şerê dijî DAÎŞ'ê bû. Şerê li dijî bi dehan dewletan bû ku nedixwestin ku Kurd bibin hêz. Divê kes wiha nebêje; ''Koalîsyon hat û Kobanê azad bû!'' Na, bi berxwedana YPG û YPJ'ê neket. Çete, heta bi nava Kobanê bi hemû wesayitên leşkerî û ji rêYên vekirî hatibûn. Ji cihên ku her kesî dikarî bidîta hatibûn. Lê dema ku dîtin berxwedan nahêle, tevgeriyan. Xwedêgiravî alîkarî dane Kurdan lê li aliyê Şêxler cebilxane dane DAÎŞ'ê. Me ev jî dît.
Li deverekê ku berxwedan hebe, hemû dinya jî li dij be serkeftin bivênevê ye. Li bara wî giyanî ku dibêje, ''Ez giyanê xwe fedayî gel dikim'' ti hêz nikare bisekine. Me Feda ji berxwedana şehîdên me dît, em hîn bûn.
DI PÊNGAVÊN REQA Û DÊRAZORÊ DE LI NEXWEŞXANEYA LEŞKERÎ XEBITÎ
Ji şerê Kobanê heta dawiya 2016'an li Saziya Malbatên Şehîdan bûm. Li Girê Spî, xetên gund, Sirinê me şûbeyên saziyê vekirin. Li Minbicê jî derbasî Nexweşxaneya Leşkerî bûm. Bi şervanên birîndar re têkildar dibûm. Dema pêngava Reqa û Dêrazorê me ji eniyan birîndar û şehîd dianîn. Dema ku rojekê neçûm eniyê mayin bi ambûlansê de teqiya, hevalê me Heysem şehîd bû. Piştî wê şehadetê em ji Dêrazorê kişandin.
5 salan bênavber ji bo şehîd û birîndaran tişta ku ji dest min hat min kir. Wiha bû, bi min wiha hate weke ku hemû mirovên ku nas dikim şehîd dibin. Ji hêla hîsan ve derûniyeke giran bi min re çêkiribû. Beriya bi du mehan ji bo demekê ketim betlaneyê.