Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya ji 18’ê Adara 2018’an Efrîn dagir kirin ji wê rojê heta niha li herêmê pêkanînên der mirovî û hiqûq yên mîna dizî, talan, revandina sivîlan, êşkence, destavêtin, qetlîam û guhertina demografiye bê navber didomîne. Berdevkê Saziya Mafê Mirovan a Kantona Efrînê û Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo yê 18’ê Kanûna 2019’an tevlî forma ‘Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina nîjadî û guhertina demografî’ bu ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejî (NRLS) ve hate kirin bû têkildarî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê ji ANF’ê re axivî.
‘BÊ SEDEM ZAROKAN DIGIRIN Û BI ÊŞKENCEYÊ QETIL DIKIN’
Hiqûnas Îbrahîm Şêxo anî ziman ku ji roja ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagirkir û vir ve her cûre êşkence û pêkanînên der mirovî tê kirin û got: “Dewleta Tirk li herêmê her cûre kiriyarên sûcên şer ên mîna talan, revandin, êşkence, destdirêjî û destavêin û her wiha guhertina demografî bê navber dewam dike. Ji ber êrîşên dagirkeriyê ya Tirk li Efrînê 500 hezar kes ji cih û warên xwe neçarî koçberbûnê bûne. Zarokan digirin û êşkence dikin. Bê ku cudahiyê bixin navbera kal û zarokan sivîlan BI êşkenceyê qetil dikin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê jin û zarok jî di nav de nêzî 6 hezar sivîl qetil kir. Aqûbeta 3 hezar û 300 kesî yên ji aliyê çeteyan ve jî hatine revandin ne diyar e. Ji bo kesên ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin 100 hezar dolar fideye tê xwestin. Sivîlên ku vê fîdyeyê nikarin pêşwazî bikin, ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî pir giran tên cezakirin.
‘NAVÊN HERÊMÊ HATIN GUHERTIN, LI DIBISTANAN WÊNEYÊN ERDOGAN HATIN HILDAN’
Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk li herêmê guhertina demografiya li herêmê didomîne û wiha pêde çû: “Xelkê Efrînê bi zorê hatin koçber kirin û kesên ji deverên cihê anîn li cihên wan bi cih kirin. Li Efrînê bi temamî navê gund, herêm û taxan hatin guhertin. Sîstema perwerdehiyê hate guhertin, zimanê fermî yê herêmê Kurdî hate qedexekirin. Li dibistanên perwerdehiya bi zimanê Tirkî tê dayîn wêneyên Erdogan û alên Tirkiye tên hildan. Zanîngeha Rojava ya li Efînê ya yekem hate girtin. Niha li Efrînê zanîngeheke ya girêdayî Tirkiyeyê tê avakirin.
Hiqûqnas Şêxo dixwaze Efrînê weke herêmeke Tirkmen bide nişandan û ‘Kemera Tirkmen’ bide avakirin û got: “Li navçeyê Bilbil, Şera û Reco yên Efrînê kemera Tirkmen daye avakirin. Tirkmen li ser xeta sînor tên bicihkirin. Komên mîna Sûltan Mûrat û komên din li herêmê hatine bicihkirin. Niha li Efrînê ji sedî 80 kesên ji derve dewleta Tirk li herêmê cihkirine. Efrînê weke herêmek girêdayî Hatayê hatiye îlankirin. Efrîn xaka Sûriyeyê ye.”
‘TIŞTÊN HATINE DIZÎN MÎNA ‘MALÊN TIRKIYE’ LI EWROPAYÊ TÊN FIROTIN’
Îbrahîm Şêxo bibîr xist ku berhemên li Efrînê hatin dizîn li Ewropayê tên firotin û got: “Cihên dîrokî hatin talankirin, berhemên dîrokî yên li herêmê hatin dizîn. Dewleta Tirk berhemên dîrokî yên dizîn li borsayên Ewropayê difiroşin. Efrîn weke ‘Bajarê Zeytûn’ dihate zanîn. Dewleta Tirk û çeteyê wê li Efrîn 150 hezar darên zeytûnê birîn û zêdetirî 15 hezar darên zaytûnê jî şewitandin. Ne tenê darên zeytûnên darên din jî hatin birîn û li bazaran hatin firotin.
Dewleta Tirk li Efrînê zêdetirî 70 hezar ton dohnê zeytûnê dizîn û li Spanyayê weke ‘malên Tirk’ difiroşin. Ev pêkanîna Tirkiyeyê ya dike li gorî hiqûqa Statûya Roma a ÛCM û Peyman 4’an a Cenevreyê sûcê şer e. Divê dewleta Tirk ji sûcên kirî bê darezandin. Ji bo darezandina Erdogan û her kesên hevkariya vê dikin bang li saziyên UNICEF,sazxiyên mafê mirov û hiqûqê dikin. Êşkence, dizî, qelîam û guhertinên demografî ên li Efrînê hatin kirin niha li Serêkaniyê û Girê Sîp dewam dike.
Bêdengiya raya giştî ya navneteweyî kir ku dewleta Tirk sûcên xwe yên der mirovî bidomîne. Weke hiqûqnasekî ji bo li dijî pêkanînên der mirovî yên li ser gleê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû cîhan, saziyên navneteweyî dikin ku bi lezgîn bi erka xwe rabin. Ji bo kesên ji ber şer neçarî koçberiyê bûne vegerin ser warên xwe derfet bên avakirin. Her diçe hovîtiya dewleta Tirk dewam dike. Divê dewleta Tirk bikeve lîsteya terorê û hesab jê bê xwestin.”