Hindik maye ku şervanên QSD'ê bigihêjin Çemê Firatê

Şervanên QSD'ê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ku li bejahiya Dêra Zorê ji nû ve dest pê kirine, kêm mane ku xwe bigihînin Çemê Firatê.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li bejahiya Dêra Zorê ya li ser sînorê Sûriye-Iraqê ji nû ve dest bi Pêngava Bagera Cizîrê kirin her bi pêş ve diçin. Şervanên QSD'ê duh êvarê bi kîlometreyeke din nêzî Çemê Firatê bûn û mayinên çeteyan ên li herêmê bi cih kiribûn bê bandor kirin. Tenê 4 kîlometre man ku hêzên QSD'ê xwe bigihînin gundê Bakozê yê li qiraxa Çemê Firatê.

Pêngava Bagera Cizîrê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê hatibû rawestandin, roja 1'ê Gulanê ji nû ve dest pê kiribû. Di çarçoveya pêngavê de duh 2 wesayitên leşkerî yên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rûxandin û herêmeke berfireh hate kontrolkirin.