'Hilbijartina komunan gava destpêkê ye ber bi Sûriyeya Azad ve'

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, serketina hilbijartina komunan pîroz kir û diyar kir, ku ev yek gava destpêkê ye ber bi Sûriyeya Azad ve.

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, li ser hilbijartina komunan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi navê Desteya Rêveber a Bakurê Sûriyeyê, em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber têkoşîna şehîdan ditewînin û hemû şehîdên xwe yên azadî, demokrasî û rûmetê bi bîr tînin. Her wiha serketina lehengên me yên li qada şer li ber xwe didin pîroz dikin û ji wan re her serketinê dixwazin. Em cejna demokrasiyê, ku 22'ê Îlonê dest pê kir, li tevahiya gel pîroz dikin."

'GAVA DESTPÊKÊ BER BI SÛRIYEYA DEMOKRATÎK VE HATE AVÊTIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi hilbijartina komunan re gava destpêkê ber bi Sûriyeya Azad ve hate avêtin û hat gotin, "Ev gava destpêkê, avakirina sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye. Em di serî de spasiya hêzên Asayîşê, Sotoro, Natore, HPC û YPG/YPJ'ê dikin, ji ber ku bi erka ewlhiya hilbijartinê rabûne. Her wiha em spasiya Komîseriya Bilind a Hilbijartinê û mamosteyên li ser sindoqan dikin, ku di serketina hilbijartinê de rola wan heye. Em spasiya gelê xwe û her kesên tevî şerê taybet jî tevlî dengdanê bûne, dikin. Gelê me, tevî bangên boykotê jî çû ser sindoqan û bi vî rengî nîşan da ku xwedî li projeyê û sîstema xwe derdikeve. Ev proje, nûnertiya Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Ermenî, Arnavût, Êzidî û hemû bawerî û gelan dike. Nîşanî her kesî; dost û dijminan hatiye dayin ku ev proje projeyeke neteweyî nîne û ji bo parçebûnê nîne. Berevajî, li ser esasê biratiya gelan, edalet û wekheviya gelan hatiye avakirin û projeya hemû gelên Sûriyeyê. Em spasiya hemû jin, dayik û ciwanên tevlî vê pêvajoyê bûne dikin."

'EM XWE JI BO QONAXA DUYEMÎN AMADE DIKIN'

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Qonaxa destpêkê ya hilbijartinê bi rengekî serketî qediya ye. Niha em amadekariyê ji bo qonaxa duyemîn, ji bo hilbijartina meclîsên şaredarî, navçe û kantonan dikin. Li ser vê bingehê em bang li hemû hêzên siyasî û kesayetan dikin ku bi erka xwe rabin û ji gelê xwe jî hêvî dikin, ku mirovên zane, xwedî ewlaq û berpirsyariyê hilbijêre.

Em careke din serketina gelê xwe pîroz dikin û destnîşan dikin ku bingeha hêza me yekîtiya me ye. Bingeha biryar û îradeya me jî, kar xurt dike. Em ê bi hev re her bi ser bikevin."