Hikûmeta Şamê bombe li Dera barand

Hêzên hikûmeta Şamê piştî ku êrîşî wesayîteke wan a leşkerî hate kirin û şûnde, bombe li Dera barnad.

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku piştî wesayîta leşkerî ya hikûmeta Sûriyeyê li bajarokê El Feqî êrîşî wê hate kirin û şûnde, hêzên hikûmetê bombe li Dera barandin.

Di êrîşa li El Feqiyê de, gelek leşkerên Tûgaya 9’an birîndar bûn.