‘Hikumeta Şamê berpirsê van aloziyan e’
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku hikumeta Şamê berpirsê aloziyên li Qamişlo û Hesekê ye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku hikumeta Şamê berpirsê aloziyên li Qamişlo û Hesekê ye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî tevlihevî û bûyerên ku li Hesekê û Qamişlo rû didin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Milîsên Dîfaa Wetenî projeyên xwe yên belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyên gel de didomînin, nemaze ku beriya demekê bendên me yên ewlehiyê yên li bajarê Qamişlo kirin hedef û îro jî nuqteyên me yên li Hesekê jî kirin hedef û bi desteka aliyên derve derew û fitneyan çêdikin.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn em ê erka xwe ya parastina tevahî gelê Sûriyeyê bi cih bînin. Em berpirsyartiya tevlihevî û aloziyên ku çêdibin hildigirin ser hikumeta Sûriyê ya li Hesekê. Li hember her xeterî an fitneyekê ku biratî û hevgirtina niştimanî ya li herêmên me dike armanc, em mafê parastina rewa bi kar tînin."