Hêzên rejîmê gihiştin Tebqayê

Di encama lihevkirina navbera rejîma Sûriye û Rêveberiya Xweser de beşek ji leşkerên Sûriye ku ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ketin rê, bi konvoyeke leşkerî gihiştin Tebqayê.

Leşkerên Firqa 4’emîn a artêşa Sûriyeyê gihişte Tebqayê. Konvoy ji 75 wesayît, 12 tank û 6 BNB’an pêk tê.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di hevpeyvîna xwe ya Ronahî TV de ev gotibû: “Li gorî biryara me girtî, ji xeta sînorê Dêrikê bigire heta Serêkaniyê, ji Girê Spî heta Koban û Minbicê divê ala Sûriye û leşkerên wê bi cih bibin.”

Xelîl ê diyar kir ku cihên şer lê rû didin ne di bin kontrola wan de ne got: “Eger sûd ji lihevkirinê bê girtin dîsa li herêmê firîna balafiran bê qedexekirin, Rûsya gotinên xwe bi cih bîne, wê şerê me yê li vir dewam bike.”