Hêzên Ewlekariya Navxweyî nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nasnameya endamekî xwe yê ku 21'ê Çileyê li Reqayê şehîd bû eşkere kir.
Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nasnameya endamekî xwe yê ku 21'ê Çileyê li Reqayê şehîd bû eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî endamê Asayîşa Navxweyî dema ku li başûrê Reqayê li ser wezîfeya xwe bû, di encama êrişeke 'terorîstî' de şehîd bû.
Di daxuyaniyê de têkildarî nasnameya endamê ewlekariyê yê şehîd bûye ev agahî hatin parvekirin:
Nav û paşnav: Xalid El Kerad
Navê bav: Hesen
Navê dayikê. Qetîne
Cih û dema tevlîbûnê: El Kerame, 05.09.2017
Cih û dema şehadetê: El Kerame, 21.01:2021