Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrişa hawayî ya li Kobanê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku drona artêşa Tirk bi armanca têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û ewlehiya herêmêm li başûrê Kobanê malek sivîlan a bombebaran kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrîşa hawayî ya dewleta Tirk a li ser gundekî başûrê Kobanê ku di encamê de sivîlek birîndar bû daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: " Îro 22'yê Çileyê piştî nîvro balafireke bê pîlot a artêşa Tirk a dagirker li gundê Memîtê yê dikeve başûrê Kobanê li maleke sivîlan da, di encamê de sivîlek birîndar bû. Armanca dewleta Tirk ji vê êrîşê destkeftiyên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê têk bibe, ewlehiyê û aramiyê xerab bike û aloziyê derxîne.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz didin ku tevî astengiyan em ê xebatên xwe yên parastina hemû herêmên xwe, parastina sivîlan û ewlehî û aramiyê bidomînin. Dubare em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên dûbare bi erka xwe rabe."