Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Derbarê teqînê de lêpirsîn berdewam dike

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna li taxa Xwêran a başûrê Hesekê daxuyanî da û diyar kir ku lêpirsîna derbarê teqînê de berdewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna li taxa Xwêran a başûrê Hesekê daxuyanî. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku lêpîrsîna derbarê teqînê de berdewam dike û got: “Kesên nenas ê girêdayî aliyên dijber bi motorsîkletekî bi teqemeniyê bar kirî li taxa Xwêran li nêzî dermanxaneya El Nûr teqîn pêkanîn. Du encama teqînê de du kes birîndar bû û hêzên me demildest birîndar rakirin nexweşxaneyê. Derbarê teqînê de demildest hêzên me dest bi lêpirsînê kir û lêpirsîn berdewam dike. Teqez wê ev terorîst werin desgîrkirn û cezakirin.“

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi domdarî ev tişt got: “Em sozê didin hemû pêkhateyan, em ê timî amade bin û bixebitin ji bo ewlehî û aştiya tevahiya herêmên me were misogerkirin. Hewldanên aliyên terorîst û dijber ên xerabkirin û derxistina fitneyan dê me dûrî armanc û xwesteka me ya parastina gel, mal û milkên wan dûr nexe."