Hêzên dagirker li Efrînê 4 sivîlên din revandin
Li Efrînê talankirina mal û milkên sivîlan ya ji aliyê çeteyan ve didome. Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 4 sivîlên din revandiye.
Li Efrînê talankirina mal û milkên sivîlan ya ji aliyê çeteyan ve didome. Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 4 sivîlên din revandiye.
Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Mosaka yê navçeya Raco a Efrînê 4 welatiyên sivîl revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Navê kesên hatine revandin wiha ne; Seyîd Hisên Mûsa (60), Xalid Hisên Mustefa (47), Enwer Elî Muslim (26) û Selah Elî Betal (23).
Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker piştî ku Xalid Hisên Mustefa revandin wesayîta wî birin.
Şevê din jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Sariya yê navçeya Mabeta mal û kargehên sivîlan şewitandin.